Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê bîlançoya pêngava sêyemîn eşkere kir

Dîmen

REQQA – Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoye 4 rojên pêngava sêyemîn a Hemeleya Xezeba firatê bi daxuyaniyekê esker kir.

Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) têkildarî pêngava sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiya a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed  ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye.

ʺPêngava 3`yemîn a hemleya Xezeba Firatê ku di 4`ê sibata 2017ʹan de destpê kir, ji 2 baskên bakur û rojhilat ve destpê kir. Baskê yekem ji gundê Xinêz ê Silûkê pêş hate destpêkirin. Ev bask 18 kîlometreyan pêş ve çû. Baskê duyemîn jî ji gundê Bîrbeha ya Mekmen destp êir, li vir jî şervanê me 16 kîlometreyan pêş ve çûne û êdî di navber wan û navenda bajarê Reqqa de 22 kîlometir mane. Herdû baskên hemeleya me nêzî hev bûne.

Di 4 rojan de hêzên me gelek pêşketin bi dest xistine. Di van rojan de 9 gund û gelek mezre (gundik) ji komên çete yên DAIŞʹê hatin rizgarkirin. Gelek cebilxane  û erebeyek leşkerî hatin desteserkirin. Her wiha 2 erebe yek ji wan bombebarkirî bû, 2 motrsklêt, balafirek keşfê û gelek bargehên leşkerî hatin rûxandin. Cenazeyên 18 çeteyan ketin destê şervanan me.

Gundên Ebû Sûsa û Mixêzile ji aliyên şervanên QSD`ê ve hatiye dorpêç kirin û heta niha pevçûn li wir didome. Di saetên pêş dê wê ew gund jî werin rizgarkirin.

Têkildarî mayinên ku çeteyê DAIŞ`ê li pey xwe çandibûn jî xebat hatin meşandin. Tîma Ramko 200` mayin li tevahî erazî û gundên hatine rêzgar kirin paqij kirin. Gundê Mişêrfê û Bîrsaîd ji mayinên û bermahiyên çeteyan hatin pqaijkirin û rê hate dayîn ku gel vegere malên xwe. Bi sedan welatî vegeriyan. Li herdû baskan jî welatî ji aliyê şervanên QSDʹê ve têne rizgarkirin û li deverên bi ewle têne bicihkirin.

Çeteyê DAIŞ`ê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî welatiyên ku ji ber zulma DAIŞ`ê ber xwe didan gundan, kir û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû û şervanan welatî rizgar kirin û birin cihê bi ewle.

Tîma Ramko dê di demeke nêz de hemû mayinên ku li gund û eraziyan hatine çandin bê bandor bikin da ku welatî di demeke nêzîk de vegerin gundên xwe.

Pêngava 3`yemîn ya hemleya Xezeba Firatê dewam dike û armanca me ew ku bakur-rojhilatê Reqqayê ji çeteyan rizgar bibe, hemû riyên ku diçin Reqqayê werin qutkirin û bi vê yekê jî dê çetyên DAIŞʹê di bajar de werin fetisandin.

(ws/dc)

ANHA