Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Di deh rojan de 16 gund rizgar bûn, 62 km pêşketin

HÊVÎDAR XALID

REQQA – Şervanên QSD′ê di 10 rojan de, 16 gund, riya stratejîk a Reqqa-Dêra Zorê rizgar kirin û li gundewarên rojhilatê Reqqayê, 62 km pêşve çûn.

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hevkariya bi Koalisyona Navneteweyî re ku di 5′ê adarê careke din berdewam kir, bi hemû leza xwe dewam dike.  Armanca vê pêngavê qutkirina hemû riyên di navbera  Reqqayê û Dêrezorê de ne, rizgarkirina herêmên li ser çemê Firatê dikevin û dorpêçkirina tevahî bajarê Reqqayê.

16 gund û mezra hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 10 rojan de, 16 gund li gundewarên rojhilatê Reqqayê û bakur rojavayê Dêrezorê, rizgar kirin. girîngtirîn gundên ku hatin rizgarkirin ev in ″Cib El-Xelîl, El-Himêş, El-Sefer, Hişohal Minasra, Rîda, Bîr Hisên, Emo, Refiye, Kobar, Cezera, Ebulmetnî, Mihemed El-Eyaş, El-Kecla, Metab, El-Hecac, Meşhûra û Kas Icêl″ û mezraya El-Widyan. Her wiha bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Kontrolkirina riya Reqqa-Dêrezorê

Şervan li gundewarên rojhilatê Reqqayê pêşve çûn û gelek gund rizgar kirin. Her wiha riya stratejîk a Reqqa-Dêrezorê kontrol kirin. Bi vê yekê çete bi temamî hatin dorpêçkirin û riyên wan ên alîkariyê hatin girtin.

Du erebeyên bombebarkirî hatin teqandin

Şervanan di wan 10 rojan de, li baskê Ebû Xeşeb du erebeyên bombebarkirî yên ku çeteyên pê hewl didan êrîşî noqteyên wan bikin, beriya ku bigihêjin armancên xwe, teqandin.

Tevî ku çeteyan rêbazên cûda  wekî çandina mayînan, kolandina xendeqan û rêkirina erebeyên bombebarkirî, didan meşandin da peşveçûna şervanan asteng bikin, lê şervanan pêşveçûna xwe domandin.

Du girên stratejîk hatin rizgarkirin

Şervanan her wiha li rojhilatê bajarê Reqqayê, herdû girên Menaxir Şerqî û Xerbî yên stratejîk  rizgar kirin.

Şervanan dest danîn ser miqdareke mezin mayînên ku çeteyan li riya çandibûn.

Rizgarkirina sivîlan

Di van deh rojan de, şervanan bi pêşveçûna ber bi Reqqayê ve, bi sedan sivîl rizgar kirin û wan birin herêmên bi ewle û pêdiviyên wan ên jiyanî peyda kirin. Piştî  ku gundên wan dihatin rizgarkirin jî, şervanan ew vedigerandin malên wan.

Şervanan li gundewarên rojhilatê bajarê Reqqayê, li herdû baskên Ebû Xeşeb û Bîr El-Heba, 62 km rizgar kirin.

(mm/dc)

ANHA