Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê di weşanên ereban de

NAVENDA NÛÇEYA – Di weşanên ereban ên îro de, pêşveçûnên Pêngava Xezeba Firatê û piştgiriya Koalîsyona Navnetewî ya ji bo hemleyê, hevdîtinên Rûsiya û Israîlê li Mosko, her wiha civîna navdewletî ya ji bo şerê li dijî terorê cih girtin.

Pêngava rizgarkirina Reqqayê di weşanên ereban de cih girtin. Di vê çarçoveyên de rojnameya El-Heyat di nûçeyeke xwe de got: “Artêşa Amerîk biryaran bicihkirina yekîneyekî deryayê ( Marenez) û 400 leşkerên din li Sûriyê da ku piştgiriya hêzên Kurdî-Erebî di şerê li dijî DAIŞ‘ê li Reqqayê bike, da. Hêzên Sûriya Demokratîk di vê hefteyê de riya di navbera Reqqa û Dêra Zorê bargeheke din a sereke ya DAIŞ‘ê qut kir. Doryan destnşan kir ku hemle baş derbas dibe û dê yekîneya nû têkçûna DAIŞ‘ê li Reqqayê bi leztir bike.”

Derbarê heman mijarê de, rojnameya El-Qudis El-Erebî bi sernavê “Amerîka 400 leşkerên Marenz li Sûriya bi cih dike” avêt, di nûçeyê de hate gotin ku Koalsîyana Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ‘ê duh ragihandin ku hêzên Amerîkî ji bo bi lezkirina tunekirina DAIŞ li Reqqayê hêzeke nû bi cih kir û da zanîn ku wê ev hêz ne li rext pêşî be, lê wê bi hevalên xwe yên herêmî ‘Hêzên Sûriya Demokratîk” be.”

Têkildarî Lûtkeya Mosko ya di navbera Rûsya û Îsraîlê de, rojnameya El-Heyat bi sernavê “Mosko metirsiyên Îranê yên li Sûriyê nîqaş dike” weşand. nûçe bi vê rengî ye “Di rûniştina duh ku çend seat dewam kir de, rewşa Sûriya û hewldanên Israîlê ya ji bo bidestxistina misogeriyên ewlehî ji Moskoyê hatin nîqaşkirin. Di hevdîtinên  Putîn û Serokwezîrê Israîlê Benyamin Netanyahu têkiliyên bawerî yên di navbera herdu aliyan de û şerê li dijî terorê hatin gotûbêjkirin. Putîn bi gotina ‘ cîhan hatiye guhertin, ji mêvanê xwe xwest ku mijarê biguhere, paşê jî Benyamin Netanyahu got; Îran ku wirseta farisan girtiye hîna siyasta xwe ya tunekirina cuhiyan didomîne, ev yekî eşkereye û li ser fuyzên xwe yên Balsiyê dinîvisînin.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji doplomasekî Rûsî girtibû, diyar kir ku 3 mijarên sereke di hêvdîtinên herdu aliyan de hatin nîşqakirin” Rewşa Colan, li ser vê yekê Benjamin Netanyahu anî ziman ku mayîna Îsraîlê li wir ne cih nîqaşê ye, mijara din; Israîl daxwaza misogeriyan piştî çareserkirina aloziya Sûriyê, dike, mijara dawî jî girîngî da rola ku divê were kirin ji aliyê navendên fişarên cuhiya li Neteweyên Yekbûyî da ku zextên li ser Moskoyê û kêkirina cenzayên li ser wê.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset derbarê hevdîtinên ku dê li Washington ji bo şerê li dijî DAIŞ‘ê pêk were nivîseke bi ser navê ” Li Washington civîna navdewletî ji bo şerê li dijî DAIŞ” belav kir. nivîs wiha ye ” Wezareke Karê Derve ya Amerîkayê duh, ragihand ku Neteweyên Yekbûyî bi xurtkirin û bilezkirina tunekirina DAIŞ‘ê, dê di 22‘ê Adarê de civînekê bi amadebûna wezîrên 68 dewletên endam ên Koalîsyona Navnetewî  ya şerê li dijî DAIŞ‘ê lidar bixe. Civîn dê ji aliyê Wezîrê Karê Derve Rex Terelson were bi rev birin.”

Rojnameya Ereb El-Lunduniyê, derbarê daxuyaniyên Amerîka yên têkildarî hebûna Îran li Sûriyê nivîseke bi sernavê ” Wachington ji bo şerê DAIŞ û tunekirina hêzên Îran li Sûriyê pîlanan radighîne” belav kir, tê de wiha got ” Rêveberiya Amerîka Trump bi armanca tunekirina hebûna Îran li Sûriyê û DAIŞ gelek pîlan ragihand. Çavêdriyên Amerîkî ji rayedarên rêvberiya Trump bi bîr xistin ku nêrîna nû ya Amerîkakyê girêdaneke nû di navbera siyasetên Îranê li herêmê û terorîstên Suna yên ku hê jî DAIŞ‘ê tundtirin heye. Berpirsyarên doplomasî diyar kirin Washington di tunekirina hêza Îran li Sûriya de bi israr e û dê zext yên li ser wan berdewam bike.”

Rojhameyê wiha domand “Li gor daxuyaniyên Sefîra Amekîka ya Neteweyên Yekbûyî Neckî Hale, Amerîka piştgiriyê dide danûstandinên aştiya li Sûriyê û got ku nabe li Sûiyê wiha berdewam bike û bibe navende çeteyan. Ya giritîn ew e ku Îran û ecndiyên wê werin derxisitn.”

(bb)