Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê..Gundê Senîne hate rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Xezeba Firatê gundê Senîne piştî şerekî dijwar ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin.

Nûçegîhanên ajansa me (ANHA) ku Pêngava Sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê dişopînin diyar kirin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê beriya saetekê gundê şenîne ê dikeve bakurê-rojhilatê bajar Reqqa ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin. Hate zanîn ku li gund bi sedan mayînên çeteyan  ku li nava gund hatbûn çandin, hatin bê bandorkirin.

Xebatên lêgerînê di nava gund de didome.

(ak/dc)

ANHA