Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Gundek hat rizgarkirin

LEZGÎN,

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba  Firatê gundê  Cib Xelîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Fermandariya Odeya  Çalakiyan a Xezeba Firatê îro bi daxuyaniyeke nivîskî berdewamiya Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê, raghand.

Şervanên Xezeba Firatê li baskê Ebû  Xeşeb, gundê Ceb Xelîl ku 25 km li bakur-rojhilatê Çemê Firatê dikeve ango rojhilatê bajarê Reqqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Pêşeveçûyîna şervanan li herêmê dewam dike.

Îro danê ve sibehê, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 9 km ber bi Çemê Firatê ve bi pêşve çûn û hedefa wan qutkirina bajarê Reqqa ji Dêra Zorê ye.

(ekîb/kc)

ANHA