Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Li derdora gundê Xes Icêl careke din şerên giran

LEZGÎN

REQQA – Li derdora gundê Xes Icêl di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar diqewime.

Tevî baran û hewaya sar Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû diwariya xwe dewam dike û şervan derbeyên giran li çeteyan didin. Nûçegihanên me ku Pêngava Xezeba Firatê dişopînin, raghandin ku çeteyên DAIŞ`ê ji du baskan ve êrîşe gundê Xes Icêl ku 48 km li  başur-rojhilatê Reqqayê dikeve, kirin. Nûçegihanan dane zanîn ku êrîşa çeteyan rastî berxwedan û bersiva şervanên Xezeba Firatê hatin û li wê herêmê şerekî dijwar rû dide.

Derbarê encama şer heta niha tu agahî nehatin bi destxistin. Şer didome.

Gundê Xes Icêl di 12`ê adarê de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ`ê piştî rizgar kirina gund çend caran êrîşe gund kirin, lê êrîşa çeteyan ji aliyê şervanan ve vala hate derxistin.

(ekip/kc)

ANHA