Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Mezreyek û nîvê bajaroka Tişrîn hatin rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA – Şervanên QSD`ê piştî şerekî dijwar mezraa Hûkûmek ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di heman demê de şervanan nîvê bajaroka Tişrîn ji çeteyan rizgar kirin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin

Pêngava 4. a Xezeba Firatê di roja xwe ya 9`an de dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêmên şer hatin girtin, li mezraa Hûkûmek ku duh heta saetên êvarê şerên giran lê rû dabûn, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat rizgarkirin.

Li baskê Cib Şeher jî şervanên QSD`ê berê xwe dan bajaroka Tişrîn. Di demeke kurt de nîvê bajarok ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin û  li nîvê din ê bajarok şer berdewam  e. Li vir heta niha sê çeteyên xwekujî xwestin xwe bi şervanên QSD`ê de  biteqînin, lê li ser destwerdana şervanan çeteyan xwe dûrî teqandin.

Her wiha di şerê li bajarok de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên gelek ji wan jî kete destê şervanan. Lê hejmara kuştiyên çeteyan nehat zelalkirin.

Ji aliyekî din ve jî şerên giran  li derdora mezraa Hûmûmiyê  berdewam e.

Gundê Kubiş Rojhilat ku duh ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibûn rizgarkirin, embarên genim ên gund ji aliyê pisporên mayînan ve tên paqijkirin.

(ekip/kc)

ANHA