Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê pîlançoya şerê 8 rojan eşkere kir

REQQA– Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku hêzên wan di şerê 8 rojan de herêmek bi qasî hezar û 664 kîlometir çarkoşe di parêzegehên Reqqa û Dêra Zorê ji çeteyan rizgar kirine. Di van şeran de 49 çete hatine kuştin û gelek gund hatine rizgarkirin.LOGO (1)

Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya Hemleya Rizgarkirina Reqqa ya 8 rojan eşkere kir.

Fermandariyê got ku di şerên ku ji 16 Sibatê destpêkiriye û heta şerê 23ʹyê sibatê hêzên wan gelek serkeftin bidestxistine û herêmek bi qasî hezar û 664 km2 Ji xaka Parêzgehên Reqqa û Dêra Zorê ji komê çete rizgar kirine, di vê herêmê de 37 gund û 102 gundik hatine rizgarkirin û wiha dom kir: ʺDi şerê di vê demê de 49 çete hatine kuştin, termê van çeteyan ketiye destê şervanên me û 3 çete bi saxî ketine dest. Her wiha erebeyek doçka li ser 4 erebeyên bombebarkirî, 2 erebeyên leşkerî, navendeke çeteyan a çêkirina mayînan hatine ruxandin û gelek cebilxaneya çeteyan hatiye destserkirin.ʺ

(ekîp)