Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê: Şervan ketin sê gundan, kuştiyên çeteyan hene

FLAŞ

REQQA- Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dest bi operasyona rizgarkirina gundên Mezrea Hikûmiye, Kebiş Rojava û Royal kirine. Di şer û pevçûnên ku li van gundan hîn jî didome kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Pêngava 4’an a Hemeleya Xezeba Firatê ku ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê  ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de bi hemû leza xwe didome. Nûçegîhanên Ajansa me (ANHA) ku hemleya Xezeba Firatê kêlî bi kêlî dişopînin diyar kirin ku Şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina gundên Mezrea Hikûmiye, Kebiş Rojava û Royal dest bi opersyonê kirin û berê xwe dan hersê gundan.

Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina gundên Mezreya Hikûmî gavekê pêş ve diçin, çeteyan êrîşa xwekujî pêk anî. Şervanên QSD’ê demil dest bersiva êrîşê dan û şer derket. Di şer de çeteyekê ku dixwest êrîşa xwekujî pêk bîne hate kuştin. Bi giştî di şer de hejmarek çete hatin kuştin, lê derbarê hejmarê de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Şerê li wî gund hîn jî didome.

Li baskê rojava yê Hemleyê jî şervanan ji 2 milan ve ketin tevgerê. Ji milê yekem ve şervanan berê xwe dan gundê Kebiş Rojava û şervanên milê duyemîn jî berê xwe dan gundê Royal. Li herdû gunan jî di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê şer rû da. Li vir jî çeteyekî xwest êrîşa xwekujî pêk bîne, lê şervan pê hesiyan û ji dûr ve ew teqandin. Di şerê li vir de herî kêm 7 çete hatin kuştin, şer û pevçûnên li herdû gundan de jî hîn didome.

Bi giştî şer li hersê gundan hîn didome û şervan pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan didin.

(ekîp/dc)

ANHA