Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Firatê…Baskê sêyemîn 8 km pêşve çû

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di baskê sêyemîn de ku du hate destpêkirin 8 km bi pêşketin û li gundê Cûis şer dijwar e.

Pêngava 3`yemîn ya Hemleya Xezaba Firatê di roja  13`an de didome. Duh şervanên Xezeba Firatê ji baskê 3ʹyemîn li ser rêya Mekmen ketin tevgerê. Pêşketinên şervanan tevî rewşa hawayê ya ne baş li wê herêmê, didome.

Nûçegihanên me ku pêngavê dişopînin raghandin ku ji sibê ve şerên dijwar li gundê Cûis ku li ser rêya Mekmen-Reqqayê dikeve,  diqewime. Di encamê de heta niha  maşîneyeke  bombebarkirî ya çeteyan  hate rûxandin û şer li herêmê didome. Derbarê kuştî û birîndarê çeteyan de tu agahî nehatin bi destxistin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku şervanan ji duh ve 8 km pêşketin.

(ak/kc)

ANHA