Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xezeba Fireatê: Şerên dijwar, gundek di çemberê de ye

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li herdû baskên pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê pêş ve diçin. Şervanan gundê Ebû Sûsa xistine çemberê.

Pêngava Sêyemîn a Hemeleya Xezeba Firatê ji herdû basên ku destpêkirne, bi hemû hêza xwe didome.  Li baskê Mekmen Şervanan  gundê Ebû Sûsa ku dikeve bakurê rojhilatê Reqqayê dorpêçkirine, şer û pevçûnên dijwar li wir didomin, şervanan balafireke keşfê ya DAIŞʹê anîn xwarê.

Li baskê Xinêz lî gundê Miêzla ku 20 km dikeve bakurê Reqqayê şerên dijwar diqewimin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatrê ji 4ʹê sibatê û vir ve  di herdû baskên hemelyê de destkeftî bidest xistine. li Baskê Mekmen gundên gundên Ebû Nitoliyê, Ebû Dalah, Libêydan ji çeteyan rizgar kirin. li Baskê Xinzê jî gundên Bîr Fewaz, Bîr Said û 3 gundê navê wan nayê zanîn hatin rizgarkirin.

Li herdû baskan jî şerê dijwar di navbera şervanan û çeteyên DIAŞʹê didome. Şervanên QSDʹê sivîlan rizgar dikin û dibin cihên bi ewle.

(ak/dc)

ANHA