Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xurtbûna têkilyên Tirkiye-Rûsiye û Îranê di pêşdîtinek Ocalan de

ANALÎZ

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Xurtkirina têkilyên Tirkiye-Rûsiye û Îranê dikarin di çarçoveya qutbûna Tirkiyê ji sîstema hegemony Îsraîl û Amerîkayê jî bên nirxandin.

Pêşketinên niha li qada Rojhilata Navîn diqewimin, hejandina hevsengiyên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn û bi taybet xurtbûna têkiliyên Tirkiye-Rûsiye û Îranê, di pêşdîtinek Ocalan a ji bo pêşeroja herêmê de derbas bibû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vê yekê di bin sernavê “hunandina komara Tirkiyê” di beşa heftemîn a parêznameya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de, vedibêje.

Vesazkirina hevsengiyan li Rojhilata Navîn

Ocalan di vê peregrafa parêznameya xwe de, makanîzmeya derketina komara Tirkiyê li ser xirbeyên împaretoriya Osmanî û avakirina hevsengiyên li Rojhilata Navîn piştî şerê cîhanê yê yekemîn vedibêje. Ocalan dibêje: “Li Rojhilata Navîn a ku Înglîstanê dixwest wê ji nû ve birêkûpêk bike, yek ji stûnên sereke ya sîstema dewleta netewe ya minimal Komara Tirkiyê (mezinbûna dewletên netewe bi qasî ku karibin di hegemony îngilîz de bimînin). Tirkiye, li ser riya biçe damezirandina Îsraîlê weke dewleteke Pro-Îsraîlê (Dewleta Berî îsraîlê) hat hûnandin. Meseleya Mûsil-Kerkûk (parçekirina Kurdistanê) di vê mijarê de weke qeraseyekî hat bikaranîn.”

Di vê çarçoveyê de, Ocalan pêşketinên li herêmê piştî hilweşîna împaretoriya Osmanî û vesazkirina hevsengiyên nû, derketina Cemiyeta Ittîhad û Teraqiyê ku di 1’ê Çileya 1913’an de desthilatdarî xist destê xwe de, bi buyereke di sala 1914’an de ketin Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li ser bingehê peymana Sykes-Picot înglîstan û Fransayê Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin, Deklarasyona Balfourê (plana avakirina Îsraîlê) 1917, li Filistînê avabûna mandakariya Inglîzan, îlankirina Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê 1920, qebûlkirina peymana Lozanê dewleta netewe ya Tirkê Spî komargeriya neteweya demokratîk tesfiye kir, dîktatoriya CHP ava kir. Di 1925’an de bi provekekirina Şêx Seîd pêvajoya tevkujiyên Kurd dest pê kirin (1925-1938), hevgirtina ingilistan û komara Tirkiyê (1939), damezirandina îsraîlê ku bi awayekî fermî hat îlankirin (1948), komara Tirkiyê ket Nato (1952), darbeyên 1960, 1971, 1980, 1993,1998) û herî dawiyê darbeya Ecevît û anîna AKP’ê ya hikumetê 2002, wekî din buyerên weke şerên Kendavê yê yekemîn (1990) û Duyemîn rêz kirin û gelek buyerên wiha bi awakî zincîrwarî bi hev ve girêdayî di çarçoveya Îsraîlê de û kûrkirina hegemonyaya DYA nirxandin. Ocalan got: “Divê mirov li dewletên netewe yên li herêmê hatin avakirin jî di vê çarçoveyê de bifikire û li ser vê zîncirê zêde bike.

Ango di dema komara yekemîn a Tirkiyê de, hevsengiyên dewleta netewe ya li Rojhilata navîn di bin parastina înglîstan û DYA’yê de hatibû avakirin û di çarçoveya Îsraîlê de temam bibû.

Mîsyona Tirkiyê li Rojhilata Navîn

Ocalan diyar dike ku buyerên paşê qewimîn hemû di çarçoveya stratejiya; komara Tirkiyê weke dewleta netewe bê avakirin û mîsyona duyemîn a danîn pêşiya wê ew bû ku divyabû pêşî li belavûbna Rûsya Sovyetê ya li Rojhilata Navîn bigire û li Komora Tirkiyê nehêle kominîzm bi pêş bikeve. Polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyê bi awayekî bingehîn li gora van herdu armancên bingehîn bi gewde bûbû.

Darbeya Gladîo

Lê di sala 1979’an ve ji 2 milan ve li dijî sîstema hegemon tehluke hebû, ji aliyê Rûsiye Sovyetê û Îran a Îslamî ve. Van sedemên derve û muxalefeta neteweya demokratîk a hundir, dikirin ku Tirkiye veguhere. Ocalan dibêje: “Ji ber van, li gora berjewendiyên sîstemê bû, Gladîo darbeya 12’ê Îlona 1980’yan pêk anî. Ji bo vê Gladîo bi hêz bû û senteza îslama Tirk a nerm ji bo rêgirtina li hember herdu talûkeyan derket. Komara Tirkiyê ya duyemîn ava bû. Gladîo bi komara duyemîn re bi awakî bingehîn bersiva tehlûkeyên dûalî yên hundir û derve da. Hem bersiv da radîkalîzma îslama îranê û tevgerên neteweya demokratîk jî wê bi teroroa faşîst tune bikira”

Hatina AKP’ê

Mirov ji nirxandina Ocalan, digihêje ku rola ku paşê hêzên hegemon dan AKP’ê ew bû ku mîlliyetgiriya Şîî a Îranê, Îsalama Radîkal a Ereb û Mîlliyetgiriya Laîk nerm bike. Lê wer xuya bû ku hatina AKP’ê li ber vê têr nebû û xwest ku zêdetir parê bigire.

Ocalan wiha dom dike: “Yanê AKP’ê ya ku ji aliyê sêbera DYA, Inglîstan û Îsraîlê ve ji bo hegemonya Rojhilata Navîn re xizmetê bike hatiye çêkirin, di berdêla xizmeta xwe de dixwaze para wê bê zêdekirin. Îsraîl jî li hemberê dixwest ku daxwazên xwe kêm bike. Nakokiyên wan di vê derbarê de jî rast in, lê dikarin di nav sîstemê de çareser bikin. Di dema navîn û dirêj de bivênevê AKP`ê wê bi sîstema hegemonîk re bi temamî li hev bike.”

Lê eger Tirkiye bixwaze ji sîstemê qut bibe…!

Ocalan paşê bal dikişîne ser ihtîmala ku Tirkiye serhişkiyê bike û bixwaze bi îran û îslama radîkal û nerm re hevgirtinan saz bike û zorê bide sîstema hegemonîk û heya xwe bike sîstemek hegemonîk, û got: “Hingê çi hatibe serê CHP’ê wê bi ser AKP’ê de jî bê. “

Di vê çarçoveyê de hêja ye, mirov derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ya li dijî AKP/Erdogan pêk hat bibîr bixe.

Xurtkirina têkiliyên Tirkiye-Rûsiye û Îranê

Her çiqasî hîna diyar nebûbe ka têkiliyên Tirkiye-Rûsiye û Îranê ku niha hatine vesazkirin, stratejîk in an na, lê pêk hatine. Di vê çarçoveyê de jî divê mirov nêrîna Ocalan a di vê çarçoveyê de jî bibîr bixe, da ku aliyek vê pêşxistina têkiliyan ku heya niha xumamî ye zelal bibe.

Ocalan dibêje:”Mirov bi hêsanî dikare bêje, Tirkiye xeleka qels a sîstemê ye. Lewma qutbûna wê ya ji sîstemê îhtîmleke qels nîne. Qutbûn dikare di dû çarçoveyan de pêk bê. Ya yekê, eger ne xapandin be, bi Îran, Sûrî û heta Rûsya û welatên din ên weke Brezîlya, Hindistan û Çînê re hewl bide, bibe hêza herêmî ya bigihêje heta hêza hegemonya DYA, Îngilîstan û Yekîtiya Ewropayê rabe. Ya duyem jî eger komara Tirkiyê hevgirtinên xwe li ser bingeha netewa demokratîk aktualîze bike qutbûna duyemîn mumkîn bibe.”

ANHA