Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xwaringeha Eyn Îsa xwarinê ji koçberan re pêşkêş dike

EYN ÎSA – Xwaringeha kampa Eyn Îsa rojane 22 hezar parên xwarinê ji koçberên kampê re pêşkêş dike. Ji ber alîkariyên kêm xwarin tenê ji hindek xwarinên taybet pêk tê. Di xwaringehê de 52 kes dixebitin.EYNISA-XWERINGEHA-QAMP-XWERN-LI-KOCBERAN-BELA-DIKE (1)

Hejmara koçberên di kampa Eyn Îsa de gihiştiye 22 hezar kesî. Metbexe Eyn Îsa ji bo beşek ji pêdiviya welatiyan ji xwarinê amade bike di nava liv û tevgerê de ye. Di xwaringehê de 52 kesên di kampê de dimînin dixebtin. Ew di navbera tebqx û alîkarên wan pêk tê. Her wiha hin kes çavdêriya çêkirina xwarinê dikin û hin jî li ser sîstema belavkirinê disekinin.

Metbex rojane carekê xwarinê ji welatiyên di kampê de dimîn re pêşkêş dike. Ew car jî nîsk, birinc û savar tê dayîn. Ev ji ber rêxistinên navdewlettî alîkariyan pêşkêş nakin tê dayîn. Metbex her wiha rojane 7 hezar turên nan jî belav dike. Meclîsa Sivîl a Reqayê tekane aliyê ku piştgiriya metbexê dike ye.

Rêbaza belavkirinê di riya tirmplêan re pêk tê, bi tirmpêlan li nava kampê digerin û xwarin li koçberan tê belavkirin.EBDIL NADER

Di vê çaroçoveyê de berpirsê xwaringeha kampê Abdulnasir EL-Elî wiha got: “Parên xwarinê yên ku ji me re tên pir kêm in, xaz jî pir kême û heger ev herdû made tune bin wê koçber pir zehmetiyan bi kêşin.

Abdulnasir EL-Elî di axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên navdeweletî kir ku di heftiyê carekê sebze, goşt, fêkî ji wan re pêşkêş bikin.

(bx)

ANHA