Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xwe bi nanê sêlê xwedî dike

HÎWA MEHMÛD

QAMIŞLO – Welatiyê bi navê Ismaîl Mihemed bi pêşandina nanê sêlê çanda pêşiyên xwe diparêze.QAMISLO-CEKIRNA-NANE-SELE (3)

Hin şêniyên Rojava-Bakurê Sûriyê çanda pêjandina nanê sêlê diparêzin. Welatiyê bi navê Ismaîl Elî yê ji navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo jî ji xwe re firineke biçûk vekiriye, nanê sêlê lê dixe û bi vê yekê çanda pêşiyên xwe vejîn dike.

Mihemed ji çûkanî de fêrî pêjandina nanê sêlê bûye û tevî ku firinêk otomatîk hatine vekirin, ew pêjandina nanê sêlê didomîne.

Mihemed diyar kir ku şêniyên navçeyê êdî nanê hazir ji firinan dikirin û wiha got: ″Ji ber vê nanê sêlê dikirin ji ber ku demên berê tîne bîra wan. Lê şêniyên gundan hê nan dipêjin″.

Mihemed diyar kir ku bihna keda pîr û kalan ji nanê sêlê tê û wiha got: “Ez ji bavê xwe fêrî vî karî bûm, ev 40 sale dikim û pê debara jiyana xwe dikim″.

QAMISLO-CEKIRNA-NANE-SELE (2) QAMISLO-CEKIRNA-NANE-SELE (1)

Mihemed destpêkê hevîrê distirê, nîv saetekî dihêle piştre dest bi pêjandinê dike.

Mihemed pêdiviyên xwe wekî ard û gaze ji sûka reş bi buhayekî guncaw dikire.

(mm)

ANHA