Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xwe ji bandora hişmeniyda tarî xelas kirin

REQA – Ciwanên bajarê Reqayê ku demeke dirêj di bin bandora dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de mabûn, dewreyeke ramyarî bi dawî kirin û xwe ji hişmendiya tarî rizgar kirin.REQA-DWIKRNA-BIRORDI (2)

Peyamgeha Ciwanan a Zanistî ku girêdayî komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê ye meh û nîvek beriya niha dewreyeke perwerdeya ramyarî ya 32 ciwanan dest pê kiribû.

Ji bo bidawîkirina dewreyê li gundikê El-Hikûmiyê yê girêdayî bajarê Reqayê merasîmek hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Sivîl a Reqa, Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê û xelkê herêmê tevlî vê merasîmê bûn.

Kordînetorê Giştî yê Meclîsa Ciwanên Sûriyeyê Asar Ebdulhekîm ji ciwanan re got “Ciwanên me bi vê dewreyê bandora hişmendiya tarîtiyê ji mejiyê xwe rakirin. Ji ber vê divê ew vê axaftina serokatî esas bigrin: Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin.”REQA-DWIKRNA-BIRORDI (1)

Kesên ku dewreya xwe ya ramyarî bi dawî kirine di dawiya merasîmê de şanoyek û çend helbest pêşkêş kirin. Piştre jî li ber dengê stranên gelerî yên Reqayê govend hate gerandin.

Ev dewreya duyemîn ku ji aliyê Peymangeha Ciwanan a Zanistî ya Reqayê tê organîzekirin.

(he)

ANHA