Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xwendekarên herî serkeftî hatin xelatkirin

MINBIC – Navenda Perwedeyê ya Minbicê xebatkarên perwedeyê û 51 şagirtên dibistanên meslekî xelatkirin.MINBIC-KEFXWESIYA-SAGIRTEN-BISERKETIN3

Xelatkirina şagirt û  xebatkaran bi şahiyekê hate lidarxistin, Hejmarek rêveber, mamoste û malbatên xwendekaran û bi dehan xwendekar beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Hevserokê Navenda Perwedyeê Husên Harûn axivî û spaisya komîteya amadekar a şahiyê kirin û ev tişt anî ziman: ʺEv serkeftin ne tenê ya dibstana meselekiye, lê belê serkeftina hemû gelê minbic û gundê wê ye. Ev şahî di heman demê de bi boneya cejnên Adarê ye.ʺ

Di berdewama şahiyê de Elî Yûsif li ser navê Malbatên Xwendekaran axivî û got ku serkeftina ku hatiye pêkanîn ji hemû şîniyan re pîroze û wiha dom kir: ʺXebatkarên me yên perwedeyê dikarîn di demeke kurt de gavên mezin bavêin û zehmetiyan derbas bikin. Hêjane ku werin xelatkirin, ji ber ku di demeke kurt de gavên mezin hate avêtin.ʺ

Xwendekarê bi navê Temîm Muhacir jî spasiya hemû kesên li ser xelatkirina xwendekaran sekinî.

Di dawiya şahiyê de Endamên navenda perwerdeyê xwendekarên herî zîrek û xebatkarên perwedeyê xelat kirin, her wiha pêşengeha ku bi destê xwendekaran hatibû çêkirin, vekirin.

(rr/dc)

ANHA