Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xwendekarên Minbicê: Hilweşe rêjîma Erdogan

Dîmen

MINBIC – Xwendekarên bajarê Minbicê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê xwepêşandanek lidarxistin û bi dengekî bilind “Hilweşe rêjîma Erdogan” bang kirin.MINBEG-MIS-I (3)

Di çarçoveya helwestên piştgiriya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re bi hezaran xwendekarên dibistanên bajarê Minbicê li pêşiya dibistana Mihemed Zêdan Hinêzil kom bûn û xwepêşandanek dane destpêkirin. Xwepêşandan ji aliyê Komîteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê ve hate organîzekirin.

Xwepêşandêr ber bi qada giştî ve herikîn û bankartên bi nivîsên weke “Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Li Kobanê ronî da û li Efrînê dê bi ser bikeve”, “dagirkeriya Tirkiyeyê nikare îradeya gelên Sûriyeyê bişkîne”, “Hilweşe rêjîma Erdogan”, “Yek yek yek gelê Sûriyeyê yek e”

Xwepêşandêran her wiha şaxên zeytûnan bilind kirin û li qada giştî ya bajêr kom bûn. Li vir li ser navê Rêveberiya Sivîl a demokratîk a bajarê Minbicê Adil Mihemed axivî û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê giştî Sûriyeyê û bi taybet Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên qirêj paqij bikin.”

Li ser navê Komîteya Perwerdehiyê Qeys Ubadî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî welatiyên Efrînê bi tundî şermezar kir û got ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya berxwedêrên Efrînê bikin.MINBEG-MIS-I (2)

Li ser navê xwendekaran xwendekarê bi navê Eqîl Beyram wiha got: ” Em weke xwendekarên Minbicê em ê piştgirî û alîkariya bi berxwedêrên Efrînê re heta serkeftinê berdewam bikin. Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku zarokên Efrînê ji komkujiyên Erdogan biparêzin.”

Xwepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.

(jh)

ANHA