Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xweserî bû bingeha Federasyona Demokratîk

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ji destpêka damezirandê ve, rastî gelek hewldanên têkbirinê hat. Ligel hemû hewldanan jî serkeftinên mezin bi dest xist û pêdiviyên şêniyên kantonê û koçberan bi cih anî. Bi vê rêbazê bû bingeha Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di 21‘ê çileya 2014‘an de bi beşdarbûna rêxistin, partî, kesayetên  kurd, ereb, suryan, asur, keldan, ermen, turkmen û çeçen hate ragihandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya guncav a parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê ye.DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (29)

Rêxistinên ku tevlê Rêveberiya Xweser bûn

Hemû pêkhateyên herêmê yên ji kurd, ereb, suryan, asur, keldan, ermen, turkmen û çeçen, 50 partî û rêxistinên siyasî û çalakvanên civakî yên Rojava beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn.

Navê partî û dezgehên beşdar bûn wiha ne: Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê, Partiya Yekîtî, Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriye, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Azad, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriye, Kombûna Niştimaniya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Karkerên Komunist, Yekîtiya Ciwanên Suryan, Komeleya Çandê ya Suryan, Yekîtiya Akademiyên Suryan, Yekîtiya Jinên Suryan, Desteya Zimanê Suryan, Kongereya Jin a Star, Înisiyatîfên Jinên Sûriyê, Komîteya Hiqûq a Rojava ya Jinan, Rêxistina Jinên Ciwanên Şoreşger, Rêveberiya Têkiliyên Doplomasî ya Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Civaka Sivîl a Avakirina Dewlet û Welatî, Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Sara, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Kurd, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava, Tevgera Aştî û Lihevkirina Niştimanî, Ciwanên Mihelmî yên Demokratîk, Mala Êzidiyan, Mala Mardîniyan, Meclîsa Biratiya Gelan, Rêxistina Jinan a Şoreşger, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Rêxistina Kar û Barên Xwendekaran, Rêxistina Parastina Mafên Zarokan, Desteya Kordînasna Niştimanî (Heyet El-Tensîq), Desteya Niştimanî ya Ereban, Partiya Kombûna Sûriyeye Demokratîk, Tevgera Civaka Pireng, Tevgera Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Rêxistina Parastina Ekolojiya ya Keskayî, Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê û Forma Çandê ya Girkê Legê.DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (27)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi destpêkê damezirandinê re, jihêla aborî, civakî, ewlekarî, tenduristî, çandî, perwerdehî û parastinê ve xebat da meşandin û parastina ewlekariya herêmê kir. Heta niha jî xebat bedewam dikin. Rêveberiya Xweser ligel hemû hewldanên amabargoya li ser herêmê, projeyên alternatîf afirand û bi riya desteyan ji bo xizmeta gel bingehek ava kir.

Di sala 2016‘an de herêmên Hol û Şedadê ji aliyê QSD‘yê ve hatin rizgarkirin. Bi vê yekê ji aliyê başûr ve sînorê xeta parastinê hate qewîkirin û bi vê yekê re herêmên nû jî hatin rizgarkirin. Rêxistinkirina herêmên nû hate kirin û li gorî derfetan pêwistiyên van herêman hatinbi cih anîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ligel ambargoya Hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê, bi hezaran koçberên ji herêmên Sûriyeyê û Iraqê pêşwazî kir û ew li kampên hatin ava kirin bi cih kirin.

Qanûnên ku di sala 2016‘an de hatin derxistin

Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina rewşa heyî, hin qanûnên nû derxist.DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (23)

Qanûna hejmara 2 ya derbarê Dada Civakî, Qanûna Ragihandinê ya girêdayê pêşxistina xebatên çapemeniyê, Qanûna Buroya Agahiyan, Qanûna hejmara 3 ya Erka Xweparastinê (B.A.N) ya Niştimanî li Kantona Cizîrê, Qanûna têkoşîna li dijî sucên mirovahiyê. Qanûna hejmar 5 a, têkildarî guhertinên hin bendên hevpeymana civakî yên weke; sîstema rêxistînî ya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê, Qanûna hejmara 8 ya dozgeriyê, Qanûna hejmara 12 ya rêxistinkirina çekan, Qanûna 11 a Efûyên Giştî, Qanûna 13 a rêxistkirina guhertinên darayî û bankan di hindur û derveyî kantonê, Qanûna hejmar 14 a serbestberdana kesên nexweş ên di girtîgehan de, Qanûna 15 a têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişberiyê, Qanûna hejmar 16 a tunekirina muxalefetên ne qanûnî yên enerjî û ceyranê, Qanûna 17 a rêxistikirin û rêxistkirina dibistan û peymangehên taybet.

Hejmara desteyan hatin kêmkirin

Li gorî guhertin û pêşketinên heyî û bi armanca hêsankirina kar, Rêveberiya Xweser guhertinên nû di sîstema rêxistinî ya rêveberiyê çêkir, hejmara desteyan hate kêmkirin, bi vî awayî hejmara desteyan ji 22’yan daxistin 16’yan.

1-Desteya Şaredariyan û Ekolojiyê:DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (31)

Ev jî ji midûriyetan pêk tê:

a-Midûriyeta Giştî ya Ekolojiya

b-Midûriyeta Giştî ya Zimhêrê ew ji (Buroya Bazirganiya Hindurîn û Parastina Welatiyan) pêk tê.

c-Midûriyeta Veguhestin û hatin û çûyinê

ç-Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan, karên hemû şaredariyên kantonê bi rêve dibe.

d-Rêveberiya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê.

2-Desteya Têkiliyên Derve.

3-Desteya Parastinê.DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (32)

4-Desteya Hundirîn.

5-Desteya Kar û Barên Şehîdan.

6-Desteya Jinê

7-Desteya Çand û Hunerê, girêdayî wê; Midûriyeta Giştî a Huner û Şano, Midûriyeta Giştî ya Wêje, Çap û Pêşengehan.

8-Desteya Turizmîê û Parastina Şûnwaran.

9-Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê

10-Desteya Aborî; girêdayî wê Midûriyeta Giştî ya Berhemên Şînkahiyê, Midûriyeta Giştî ya Berhemên Sewalan, Midûriyeta Avdan, Midûriyeta Giştî ya Êm, Midûriyeta Giştî ya Pêşxistina Badiya Cizîrê, Midûriyeta Giştî ya Tovan, Midûriyeta Giştî ya Sînai û Bazirganî û Midûriyeta Aborî (Bazirganiya Derve).

11-Desteya Darayî; girêdayî wê Rêveberiya Giştî ya Bankan û Midûriyeta Gumrikê.

12-Desteya Kar û Barên Civakî di nav de Yekîtiya Giştî ya Werzîşê.DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (30)

13-Desteya Tenduristiyê.

14-Desteya Enerjiyê; girêdayî wê Midûriyeta Giştî ya Ceyranê, Midûriyeta Giştî ya Petrol û Xazê û Midûriyeta Vegihînê.

15-Desteya Ciwanan

16-Desteya Dadê.

Her wiha, Rêveberiyê di sala derbasbûyî de 19 buroyên nû vekir:

Emaneta Giştî ya Meclîsa Rêveber, Emaneta Sekreterya, Buroya Lêkolîn û Serjimariyê, Buroya Kar û Barên Rêxistinên Mirovahî, Buroya Pêşxistina Rêveberiyê, Buroya Şopandinê, Buroya Qanûnî, Buroya Ragihandin, Buroya Darayî, Buroya Parastin û Ewlekariyê, li şûna Desteya Kar û Barên Olî, Buroya Kar û Barên Olî hate vekirin. Ev jî bi Serokatiya Meclîsa Rêveber ve girêdayî ye. Li şûna Desteya Mafên Mirovan, Buroya Mafên Mirovan hate vekirin, piştî derxistina qanûnan girêdayî razemaniyê û bi armanca ku pêşxistina razemenî û danîna ruxsetan Meclîsa Bilind a Razemeniyê hate vekirin, Buroya Dîwana Serokatî, peywira wê têkilî û hevdîtinan hemû çalakiyên civakî bi Meclîsa Rêveber re bi rêxistin dike. Buroya Sererastkirin û Temîrkirinê, Buroya Şêwirmendiyê, ji hemû beşên siyasî, aborî, darayî, çandinî, tenduristî û qanûnî pêk tê. Buroya Nûkirina Bankên Navendî yên Rojava, Buroya Şopandina Projeyên Aborî û Buroya Kar û Barên Koçberan.

Bingeha Federaliya DemokratîkDOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (19)

Şêniyên herêmê bingeha avakirina federasyona ku di 16‘ê Adarê de hatiye ragihandin, digirin.

Nûnertiyên rêveberiyê li derve hatin vekirin

Rêveberiya Xweser ku li ser zemîn xwe isbat kiriye, li tevahî cîhanê deng veda. Li ser vê esasî nûnertiyên wê li derve hatin vekirin. Li Başûrê Kurdistanê, Rûsya, Fransa, Elmanya, Holanda û Belçîka nûnertî hatin vekirin, her wiha şandeyên ji derve jî serdana Rojava kirin û tecrûbeya Rêveberiyê ji nêz ve nas kirin.

Rêveberiya Xweser bingeha Federaliyê ye

Rêveberiya Xweser bû bingeha avakirina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku di 16/17ʹyê adara 2016ʹan de hate ragîhandin.

Di çarçoveya vê sîstema ku gelê herêmê xwe li gorî wê birêxistinkir de gel herêmên xwe yên xweser ava kir. Welatiyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan li ser esasê hevgirtin DOSIYA-REVEBERIYA-XWESER (21)û yekîtiya di nava pêkhateyan de li gorî hevpeymana civakî ya xweseriyê rêxistinên xwe yên aborî, civakî, ewlekarî, parastin, tenduristî, perwerde û çandî ava kir. Bi vê yekê civak ji kes û malbat, êl û mezheban jî hatin rêxistinkirin. Di her herêmekê de li gorî rewşa wê ya jiyanî biryar hatin girtin û rêxistin li ser esasê Rêveberiya Xweser xwe rêxistin kir. Hevpeymana civakî jî bingeha lêvegerê ya hemû gelê herêmê ye. Hemû beşên civakî li ser vî esasî rêxistinên xwe ava dikin.

(bb)

ANHA