Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xweseriya Şengalê: Divê NY û hikûmeta Iraqê xwedî li Mexmûrê derkevin

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşa li dijî Wargeha Mexmûrê şermezar kir û got “Gele ku di sala 1993’an de ji ber komkojiya dewleta Tirk pênaber bûye û hatiye ser axa başûrê Kurdistanê îro dîsa bûye hedefa dewleta Tirk”.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatiye dayîn de ev tişt tê gotin:

“Wekî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê em vê êrîşa li ser Wargeha Maxmûrê şermezar dikin  û banga li hikumeta Iraqê ji berpirsyarê vê  êrîşê hesap pirse.

Wargeha Mexmûrê ji salên 1990’î ve girêdayî Netewên Yekbûyî ye û ev 15 sal in gelê me yê Bakûrê Kurdistanê li vir jiyan dike. Gelê me bi salan di bin êrîş û komkujiyên dewleta Tirk û hêzên hevkar ên herêmî de rû bi rû maye. Em heman bangê li NY’ê jî dikin.

Ji ber ku ev êrîş li ser axa Iraqê pêk hatiye, pêwste hikûmeta Iraqê jî ji bo raya giştî daxuyanî bide û vê êrîşê qebûl neke. Em wekî gelê Êzidî vê êrîşa ku pêk hatiye şermezar dikin. Dubarê em dibêjin bila dewleta Tirk dizanibe ku ew gelê hertim di komkujiyan re derbas kiriye wê rojekê tola xwe hilîne.”

Meclîsa Xweseriya Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdên êrîşa Mexmûrê re sersaxî xweset û ji birîndaran re şîfa hêvî kir.

(he)