Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Xweza dayîka feqîra ne

Dîmen

SÎLVA MUSTEFA-CERFER CEFO

HELEB/EFRÎN – Tolik yek ji gîhayên ku di piraniya herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê de çêdibin û di dema buharê de gel berhev dikin û piştî kelandinê ser sifreya xwe datînin. Herî zêde di demsala buharê de malên xizan wê û gelek pincarên din berhev dikin û li ser sifreya xwe datînin.HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (1)

Di demên şer û embargoya li ser herêmên Bakurê Sûryê hatiye ferizkirin, di demsala buharê de welatî berê xwe didin xwazayê û cûreyên pincaran ku şîn tên berhev dikin û li ser sifreyên xwe datînin. Li Helebê ji ber reşwa şer û buhabûna madeyên jiyanî gelek welatî berê xwe didin çolê û pincarên cûbecûr berhev dikin û dikelînin. Piştî kelandinê tê qelandin û li ser sufreyê têne datînin.

Rojane jin ji saetên sibê ve derdikevin di nava zeviyan de pincaran berhev dikin. Li herêma Busta El-Riz tolik zêdeye. Jin berê xwe didin nava daran û deverên vala û tolikê berhev dikin.

Jina bi navê Fatma Ebdo li ser mijarê got ku rewşa wan a jiyanî zehmete û ev tişt anî ziman: “Sê zarokên min hene, tiştek nîne ku em bixwin. Ji ber zebze û madeyên xwarinê gelekî buhane.  Ji ber wê yekê dema buhar tê em berê xwe didin nav bexçeyan û tolikê berhev dikin. JI wê jî zarokên xwe bi xwarin dikim.”FATMEA

Jina bi navê Wîdad Heco jî taxa Eşrefiyê ya Hehebê ye. Wîdad got ku ew gelek xizane û wiha dom kir: “malbata min ji 8 kesan pêk tê. Naxuyê me nîne.  Rojane ez li herêma Bustan El-Riz û riyên Şeqîf digerin û tolikê berhev dikim. Ji wê jî xwarinê ji zarokên xwe re çêdikim.”

Di bazarê de jî difroşe

Wîdad, destnîşan kir ku ew tolikê li sûka Biêdyîn jî difroşe û wiha dom kir: “Em tolikê difroşin jî. Li gorî cûreyê wê bi buhaya ji 50 heta 100 lîreyên Sûriyê tê firloşein. Bi pereyên wan jî ez pêdiviyên malbata xwe dikirim. Bang amin ji saziyên mirov re ku alîkariya me bikin.”

Tolik ji gelek nexweşiyan re jî wekî derman tê bikaranîn.

(dc)

ANHA

HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (2) HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (3) HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (5) HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (7) HLB- JI-BER-BIHABUNA-SEBZA-GELE-HELEBE-BERE-XWA-DA-TISTIN-CULE (6)