Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YCR û YJCʹê êrîşa li Mexmûrê pêk hat lanet kirin

NAVENDA NÛÇEYAN– Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) têkildarî êrîşa 28ʹê Tebaxê ku li wargeha Şehîd Rustem Cûdî li dijî 2 endamê Tevgera Ciwanên Mexmûr pêk hat daxuyaniyek dan û gotin ku ev êrîş li dijî îradeya gelê kurd a azad e. Di daxuyaniyê de her wiha êrîş hate neletkirin û hate gotin ku tu êrîş dê nikaribin îradeya ciwanên kurd bişkînin.

Daxuyaniya YCR û YJCʹê wihaye:

ʺWek tê zanin, di 28’ê mehê de li wargeha Ş.Rûsetm Cudî (Mexmurê) li diji, du endamên TCM’ê Huseyîn Kuluman û Elî Çîçek êrişek kontrawarî pêkhatibu. Em  wek ciwanên YCR û YJC di despêkê de vê êrişa, kontrawarî bi awayeki tund nalet dikin.

Tê zani ku li her çar parçeyên Kurdistanê êriş, li ser gelê me heye. Armanca van êrişan tunekirina gelê kurdistanê ye, divê ku em wek ciwan ji her demî zêdetir xwe rêxistan bikin û li diji van êrişan bibin çemper. Ger ku em ne bin yek wê dijmin her bi awayekî tund bi ser me de were. Disan em wek ciwanên YCR û YJC êrişa kontrawarî ya ku  li Mexmurê pêk hatî, me carek din dit ku dijminê hov çiqasî bi ser ciwan û gelê me de tê. Her wisa ev êrişa, ku li wargeha mexmurê pêk hati, ne tenê li diji herdu endamên TCM’ê pêk hatiye, her wisa li diji tevahiya ciwanên kurd û gelê me pêk hatiye.

Gelê me yê hêja weke hûn jî dizanin di 28’ê vê mehê de êrîşek kontrawarî û tirsonek li diji du endamên TCM’a mexmurê pêkhatibu. Bê gûman ev êrîş di dîroka tekoşîna me ya ku ev çend sale  bi pêşengiya Rêber APO û şehîdan hatî destpêkirî û bi kedek bêhempa û bedelên pir mezin heta roja meya îro hatî pir caran li rastî êrîşên kontrawarî hatiye. Ev êrîş ne êrîşa destpêkê û wê neya dawiyê jî be. Em wek ciwanên rojava û weke ciwanên APO’yî yên canfedayê Rêber APO em ji van êrîşan ne dûrîn û ne xerîbîn. Ji ber kû dema ev tekoşîne hatî destpêkirin hîn wê demê dihat zanîn kû li hemberî vê tekoşîna bi rûmet û azadîxwaz dijminek di astek çiqas hov, faşîst û xwînxwarê gelê kurd heye.

Em wek ciwanên Rojava disan vê êrişa kompiloger û kontrawarî nikarin irade ciwanen kurd tune bikin, û dibêjin ku wê ev êrişên dijimin bi tu awayi negihin aramaca xwe û wê têkbiçin, diheman demê ev êrîşa hovane lewazbûn û tirsonektiya dijminên gelê Kurd û hevkarên wan dide nîşandan. Di vê ku em wek ciwan heya dawîyê li dijî van êrişan xwe rêxistin bikin û tekoşina van şehidên ku li mexmurê şehid ketine, bigihinin asta heri bilind. Ger ku em tekoşina wan şehidan negihinin asatek bilind, wê dijmin her bi awayekî tund li ser mede were.

Em wek ciwanên YCR û YJC disan vê êrişa hovan û faşitane, be hesap nahelin.. Em soz didin ku emê xwina van şehidan li erdê nehêlin, soza ku van şehidan dayi me emê bidin berdewam kirin û tekoşina wan bilind bikin.

Bijî Serok APO

Berxwedan jiyane

Şehit Namirin”.

(dc)