Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YCR û YJC: Em ê ji bo ewlekariya Rêbertiyê xwe bikin topên ji agir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) derbarê ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyanî da û got ku ew ê ji bo ewlekariya Rêberê Glê Kurd xwe bikin topên ji agir.

Daxuyaniya YCR’ê wihaye:

“Em weke Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di bin dirûşmeya – her destik dirêjî Rêber APO bibe, emê vî destê dişkînin- serî da dewleta dagirker a Tirk û çeteyên Erdogan şiyar dikin ku her metirsî di mile ewlehî de ser Rêber APO da were, emê di hûndurê Tirkiye dibin topên ji agir.

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên Erdoqan ji despêkê de ji bo tendirustî û jiyana Serokatî hertim di pilangeriyên qirêj de bun û niha jî, Ev demêke nûçe yên şerê taybet, di derbarê ewlehî û tendirustiya Serokatî têne bilav kirin. armanc ji van şerên taybet şikandina reflexa civakê ye. Pêwîste em hemû şiyar bin û ji bo aşkera kirina wan pilanên qirêj derkevin kolanan. li hemberî vî şerê taybet û tecrîda giran li ser Serokatî, seknek radîkal bidin nîşan.

Em bang li hemu ciwanên Bakûrê Sûriyê dikin ku heya azadiya Serokatî, bi dînamîsma xwe ya ciwantî, di çalakî yê da bin. Em weku ciwanên Rojava heya Rêber APO azad nebe, li ser lingan bin û role xwe ya pêşengtiyê bilîzin.”