Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YCR`ê li navçeya Meydankê navendeke xwe vekir

EFRÎN – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li navçeya Meydankê ya kantona Efrînê bi şahiyekê,  navendeke xwe ya bi navê Şehîd Deştî Amanos vekir.EFRIN-SERA-VEKIRNA-NAVEDE-CIWANAN-LI-MEYDANKI (4)

Di şahiyê de, bi dehan welatî, ciwanên navçeyê û nûnerên TEV-DEM, Kongreya Star û Hêzên Parastina Civakê (HPC) amade bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên tekoşeran û Rêberê Gelê Kurd Ocelan û ala Yekîtiya Ciwanên Rojava  hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Endamê Rêveberiya YCR`ê ya navçeya Şêrawayê Mezlûm Hesen, Endama Rêveberiya Meclîsa TEV-Dem`ê ya navçeya Şêrawa Zekiya Mamo, Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê Eslan Elî û li ser navê malbata pakrewan Deştî bavê wî Yûsif Henan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navendê li hemû beşdaran û giyanê şehîdan hate pîrozkirin. Axafitvanan bang li hemû ciwanên ku koçber bûne kirin  vegerin warên xwe û welatê xwe biparêzin.

Paşê, deriyê navenda YCR`ê ji aliyê malbata şehîd Deştî ve hate vekirin.

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Şehîd Deştî (Dildar Henan) ji welatiyên navçeya Meydankê ye û li gundewarên  bajarê Tebqayê di 6`ê kanûnê de şehîd bibû.

(hş/kc)

ANHA