Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YCR`ê Pêngava 15`ê Tebaxê bi şahiyekê bi bîr anî

KOBANÊ – Rêxistina Yekîtiya  Ciwanên Rojava ya Kobanê, bi boneya nêzikbûna Pêngava 15`ê Tebaxê, li navçeya Qenayê şahiyek organîze, kir.KOBANE-JIBO-15-TEBAXE-YCR-SAHIEK-LIDARXIST1 (5)

Di çarçoveya çalakiyên Yekîtiya  Ciwanên Rojava derbarê nêzikbûna Pêngava 15`ê Tebaxê, li navçeya Qenayaê ya rojavayî Herêma Kobanê, şahiyek bi beşdarbûna gel û endamên saziyên civaka sivîl, hate lidarxistin.

Şahiya ku li dibistana navçeyê hate lidarxistin, cihê  şahiyê bi wêneyên Fermandar Mehsûm Korkmaz, wêneyên  cangoriyan, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankêrta”Bi ruhê 15`ê Tebaxê em ê Rêber  Abdullah Ocalan rizgar bikin” hatibû xemlandin.

Her wiha di şahiyê de, Hevserokên Meclîsa TEV-DEM`ê yên Kantona Kobanê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo, ji Rêveberên TEV-DEM`ê yên xeta rojavayê Herêma Kobanê Sûad Şêx Demir û şervanên YPJ û YPG`ê, amade bûn.KOBANE-JIBO-15-TEBAXE-YCR-SAHIEK-LIDARXIST1 (8)

Di şahiyê de, Sûad Şêx Demir axivî û got:”Em îro bi vê roja dîrokî ku Fermandar Egîd dest bi şerê çekdarî li dijî hêzên ku Kurdistan dagir kirine, pîroz dikin”.

Sûad got ku pêwîst e ciwan asta têkoşîna xwe bilind bikin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azad bikin.

Her wiha ji Rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava Hogir Kobanê axivî û soza şopandina rêya têkoşer Egîd da ku Ocalan û Kurdistan azad bibe, da.

Di dawiya şahiyê de, gel li ber  stanên şoreşgerî dîlan gerandin.

(kc)

ANHA