Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YCR`ê serxwebûna Katalonya pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya YCR`ê serkeftina dengdayîna serxwebûna Katalonya pîroz kirin.8485341

Serkeftina dengdayîna derbare serxwebûna Katalonya ji aliyê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya YCR`ê ve hat pîrozkirin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺLi ser navê tevahî Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) em serkeftina dengdayîna derbare serxwebûna

Katalonya li gelê wê pîroz dikin.

Wekî ku em jî di vê demê de di nava têkoşînekê dijwar li dijî dagikerî û desthilatdariyê de ne, ev

demekê gelê katalan jî kolanên xwe bernedan û bi serbilindî ji bo bi destxistina mafê xwe yê herî

xwezahî têkoşîn meşandiye.

Di vê çarçoveyê de em rêzdariya xwe pêşkêş dikin û silavên xwe ji tevahî gelê katalan re dişînin.

Têkoşîna me ji bo avakirina Federaliya Bakurê Suriyê û Suriyekê Demokratîk di manewiyatekê

mezin de bi têkoşîna gelên bindest li خspanya wekî katalan û bask jî bi hev re girêdayînê!

Em serkeftinê ji tevahî gelên bindest re dixwazin û em dibêjin: Bijî biratiya gelanʺ.

(np)

ANHA