Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YE banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Di brîfînga çapemeniyê de ya ku berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê da, banga îtîdalê li hêzên li Sûriyeyê hate kirin.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê hişyarî da û diyar kir ku xistina balefira Îsraîlê ya li Sûriyeyê dibe ku şerê li herêmê gurtir bike. Berdevkê Komîsyonê diyar kir ku şerê leşkerî her ku diçe zêde dibe û ev tişt me dixe nav fikaran.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bang li hêz û mutefîkan li Sûriyeyê kir û xwest li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Berdevkiyê bal kişand ser vî tiştî ku divê sîvîl zêde êşê nekişînin û divê hêzên li Sûriyeyê dûrî çalakiyên li ser sîvîlan bin.