Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yek ji fermandarên Tevgera Hemas birîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Seyda yê başûrê Lubnanê teqînek pêk hat û di encamê de yek ji fermandarên Tevgera Hemas birîndar bû.

Li gorî çavkaniyan, Fermandarê Tevgera Hemas Mihemed Hemdan Ebû Hemza birayê Fermandarê tevgerê yê bi nav û deng Usama Hemdan di encama teqîna erebeyê de birîndar bû.

Hemdan ji bo tedawî rakirin nexweşxaneyê û li wê derê tê tedawîkirin.

 (bx)