Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekem care jina Ernaût beşdarî girtina biryaran dibe

 

MEDYA HENAN – NEJBÎR OSMAN

MINBIC – Melek Şeban a ji gelê Ernaût da zanîn ku ew bi beşdariya kongreya damezrîner a Meclîsa Jina Sûriyê û girtina biryarên çarenûsî ,serbilindin. MINBIC-KONGIRA-JINE ‫(1)‬

Yekemîn kongreya damezrînar a Meclîsa Jina Sûriyê li bajarê Minbicê bi beşdariya nûnerên jin ên ji hemû gelên Sûriyê, hat lidarxistin. Tişta balkêş ew bû ku yekem care jina Ernaûtî beşdarî kongreyê bûye.

Jina bi navê Melek Şeban a ji gelê Ernaûtî ku beşdarî kongreyê bû, kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew li gel hemû gelên Sûriyê beşdar bûye û wiha got: ″Ez serbilindim ku beşdarî kongreyê bûme. Mafên gelê Ernaût ji aliyê sîstemên desthilatdar ve, hatibû binpêkirin.″

Melek di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku kombûna hejmareke mezin ji hemû jinên Sûriyê gaveke erênî ber bi avakirina Sûriyeke nû ye.

Melek her wiha diyar kir ku jin kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ″Avakirina Meclîsa Jina Sûriyê, dê nûnertiya dengê hemû jinên Sûriyê bike.″

Gelê Enaût ji Bakurê Kurdistanê ye û di serdema Osmanî de bi darê zorê koçî Bakurê Sûriyê hatin kirin û mafên wan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatin binpêkirin. Piraniya gelê Ernaût li Kantonên Şahba û Efrînê dijîn.

(mm)

ANHA