Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekem dewereya perwerdeyê ya mamosteyên ereb bi dawî bû

EFRÎN – Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan KPC`ê dewreya perwedeyê ku ji mamosteyên ereb re dabû destpêkirin, bi dawî kir.EFRIN-DEWIKIRNA-YEKEMIN-DEWRYA-MEMOSTYEN-ERIB ‫(142213633)‬ ‫‬

Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan bi armanca pêşxistina mamosteyên ereb dewereye perwerdeyê di 27ê tîrmehê de da destpêkirin. Dewre bi beşdarbûna 19 mamosteyan pêk hat.

Di dewreya ku bi qasî 10 rojan dewam kirin de dersên li ser girîngiya rêxistinkirina jinan, şerê taybet, zayendperestî, Çand û Exlaq,Dîroka Jinan, Netewa Demokratîk, Dîroka têkiliya di navbera Gelê kurd û ereb de û jiyana hevbeş hatin dayîn. Dewere bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endama Rêveber a KPC`ê ya Kantona Efrînê Ronahî îbo axivî û bal kişand ser ser girîngiya sekna jina ereb a li hember kevneşopiyên civakê û karîbû çanda xwe ji raya giştî re diyar bike û wiha dom kir: ʺJinên ereb karîbû gavên baş ber bi azadiya civakî de bavêje û di aliyê fikrî deêdî xwe pêş dixe.ʺ

Di berdewama merasîmê de her wiha Seroka Desteya Perwerdeyê Emîra Xidro axivî û dawîkirina dewreyê li hemû beşdaran pîroz kir û wiha got:ʺEm hêz û îradeya xwe ji şehîd Arîn, Sakîne û Bêrîtan digrin. Bingeha hêza û tekoşîna me jî  fikira Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku azadiya jinê misoger kiriye,digirin.ʺ

Mamosteyên tevlî dewereyê bûne ji ANHAʹyê re axivîn û nerîna xwe ya derbarê dewreyê de anîn ziman. Mamoste Firyal Hesen ku tevlî perwedê bû ev tişt anî ziman: “Min dikaribû van zehmetiyan derbas bikim û tevlî perwerdê bibim, li ser wê jî zanebûna min derbarê çandên din de zêde bû. Şoreşa Rojava hişt ku em hemû zehmetiyan derbas bikin.ʺ

Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govendê gerandin.

(jo)

ANHA

EFRIN-DEWIKIRNA-YEKEMIN-DEWRYA-MEMOSTYEN-ERIB ‫(142213634)‬ ‫‬ EFRIN-DEWIKIRNA-YEKEMIN-DEWRYA-MEMOSTYEN-ERIB ‫(1)‬