Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekem komîn li bajaroka Cirniye hate avakirin

DÊRAZOR- Meclîsa Sivîl a Dêrazorê yekem komîn li bajaroka Cirniyê ya rojhilatê Çemê Firatê ava kir.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji şêniyên bajaroka El-Cirniyê ya Dêrazorê re civînek lidar xist. Di civînê de yekem komîn li bajarok hate avakirin.

Civîn bi beşdarbûna dehan şêniyên bajarokê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a  Dêrazorê Kemal Ezîz axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên di herêmê de pêk tîn û bi taybet hemleya Bagera Cizîrê û ya Reqayê û wiha got: “Qehremanên me yên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin banê QSD’ê de gelek serkeftinan bidest dixin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin.”DERZOR_CEKIRINA_KOMINA (2)

Ezîz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi hemû hêza xwe ji bo xizmeta welatiyan kar dikin û wan rêxistin dikin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê em wlatiyan rêxistin bikin. Em niha komînan ava dikin da ku gelê herêmên rizgarkirî xwe birêxistin bikin. Pirsgirêkên xwe çareser bikin. Armanca me avakirina civakeke nû ya li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan e ku li ser esasê Netewa Demokratîk xwe birêxistin bikin.”

Piştî axaftin bi dawî bû yekem komîn li bajaroka Cirniyê hate avakirin û hevserokên komînan hatin hilbijartin, her wiha komîteyên xizmetgozariyê, perwede, tenduristî, ciwan, çandinî û komîteya lihevanînê jî hatin avakirin.

Endamên Rêveber a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê destnîşan kirin ku ew ê xebatên avakirina komînan li herêmên rizgarkirî yên rojhilatê Çemê Firatê bidomînin.

(dc)

ANHA