Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekem Kongreya Meclîsa Ciwanan a Tebqayê hate lidarxistin

Dîmen

TEBQA- Meclîsa Ciwanên Tebqayê kongreya xwe ya  yekem bi dirşmeya “Bi rihê berxwedana Efrînê wê ciwanên Tebqayê ber bi Netewa Demokratîk ve biçin” lidar xist.Di kongreyê Meclîsa Ciwanên Tebqa fermî hate ragîhandin û rol û armanca wê di rêxistinkirina ciwanan û civakê de hate destnîşankirin.TEPQA-YEKEMIN-KONGRE-MECLISA-CIWANA (3)

Yekem Kongreya Meclîsa Ciwanên Tebqayê li Avaiya Rêveberya Xweser a civînan hate lidarxistin. Salon bi wêneyê Şervanan YPJ’ê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê, her wiha bi diruşmeyên “Me bi ciwanan destpê kir û em ê bi ciwanan biserkevin” hate xemilandin.

Hevserokê Mclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Şiya Mihemed, Hevserokên Meclîsa Ciwanên Sûriyê Yûsif El-XIlêwî û Hêvîn Şêxo, RÊveberiyê QSD’ê Omîd Gabar û bi dihan ciwan û şêniyên Teqbayê, Cirniye û El-Mensûr beşdar bûn.HAWAR CUDI

Di destpêkê de dîwana rêvebirina Kongreyê hate hilbijartin, paşê Kongre bi rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkirina kongreyê ji aliyê Endamê Rêveber ê Meclîsa Tebqayê Hawar Cûdî ve hate kirin. Cûdî got ku ciwanên Sûriyê rastî gelek hêvîtiya DAIŞ’ê hatin û ev tişt anî ziman: “Armancên sereke yên DAIŞ jin û zarok bûn. Di riya wan re dixwest civakê ji hev bixîne . Em jî îro bi avakirina Meclîsa Ciwanan em ê bermahiyên DAIŞ’ê ji zihniyeta ciwanan rabikin.”

Cûdî, her wiha da zanîn ku armanca an a sereke avakirina jiyana hevbeş û biratiya gelan a li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelane her wiha pêşxistina ciwanan di hemû qadên siyasî, leşkerî û exlaqî de ye.

Di berdewama Kongreyê de Endamê Komîteya Karûbarê Malabtên Şehîdan Ibtîsam El-Elî axivî û wiha got: “Bi navê hemû şehîdên Sûriyê û hemû şehîdên Rojava em berxwedana Efrînê silav dikin.”SIYAR MIHEMED

Paşê Hevserokê Melcîsa Rêveber a Herêma Tebqayê Şiyar Mihemed jî axivî û got ku aramcna dijberên ku êrîşî herêmê dikin têkbirina Netewa Demokratk e û ev tişt anî ziman: ” Bi hemû cûreyên çekdan şerê tekoşîna gelan pirojeya Netewa Demokratîk bikin. Gelê me Netewa Demokratîk ji xwe re pijirandiye û bi hemû hêza xwe liber xwe dide. Bi saya berxwedanê dewleta Tirk wê ji Efrînê vekşe û wê li ber berxwedana gelê Barkuê Sûriyê têk biçe. Berxwedana Efrîn û Tebqayê ya şehîdan e.”OMID GABAR

Di kongreyê de her wiha li ser navê Hêzên QSD’ê Omîd Gabar axivî û ev tişt got: “Ciwan di rêza yekê de di hedefê de ne. Her kesekî ku dixwaze NEtew Demokratîk tune bike, êrîşî ciwanan dike, îro ciwan 90 ji sedî ji hêza saz dikin û ew li dijî dijminan şer dikin û herêmê diparêzin.”

Di kongreyê de her wiha Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Yûsif El-Xilêwî jî axivî û ev tişt anî ziman: “Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha dewleta Tirk a faşist dixwaze herêmê dagir bike.  LÊ gelê Bakruê Sûriyê bi yekîtî û hevgirtina xwe karîbûn hemû pîlanên wan vala derbixin.”

Di kongreyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Jinên Tebqayê jî axaftin hate kirin û hate gotin ku wê ciwan rola xwe ya di nava civakê de pêş bixin û wê rêveberiya ciwanê bi rihê ciwan pêk bînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, karû xebatên ciwanan li herêmê hate nirxandin û piştî rêziknameya hindirîn hate xwendin û li ser xalên wê bi dengdayînê hate erêkirin.

Di dawiya kongreyê de endamên meclîsa Tebqayê ku hejmara wan 20 kes in hatin hilbijartin. Paşê  endaman soz dan ku ew ê bi hemû hêza xwe tekoşînê bikin.

(dc)

ANHA