Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekemîn Konferansa Jineolojî hate destpêkirin

QAMIŞLO – Konferansa Yekemîn a Jineolojiya li ser asta Bakurê Sûriyê  bi amadebûna bi sedan jinan hate destpêkirin.

Konferans ku li Navenda Çand û Huner a Dijle ya bajarê Dêrikê tê lidarxistin, bi sedan jinên saziyên civaka  sivîl û jinên ku di saziyên jinan de dixebitin, beşdarî konferansê bûn.

IMG_9606 (Large)

Konferans ku bi dûrişmeyaʺ Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dikeʺhate organîzekirin, bi bîranîna  cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Paşê, bi navê Komîteya Amedekar a Konferansê bi xêrhatin  beşdaran hate kirin û behsa amadekariyên konferansê hatin kirin.

Tê payîn ku Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza  Yûsif axaftina destpêkê bike.

(kc)

ANHA