Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekemîn kongreya Dîplomasiya Jina Azad bi dawî bû

DÊRIK – Di dawiya kongreya Dîplomasiya Jina Azad a Rojava girîngiya rêxistinkirina jinên Sûriyê, avakirina têkîliyên baş bi hemû tevger û kesayetên jin ên Rojhilata Navîn re, hat vegotin.RK-DAWIYA-KON-DIBLOMASIYA-JINE-AZAD ‫(38994433)‬ ‫‬

Yekemîn kongreya Dîplomasiya Jina Azad a Rojava li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê, hat lidarxistin. Kongre di bin dirûşemya ″Jina azad bingeha avakirina neteweya demokratîk e″ de bi beşdariya Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed, Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Hevseroka PYD′ê Asya Ebdullah, Berdevka Fermî ya YPJ′ê Nesrîn Ebdullah, Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, Endama Koordînasyona Rêveberiya Xweser Sînem Mihemed, her wiha mêvanên ji Lubnan, Şamê, Kobanê û Şengalê û Efrînê, hat lidarxistin.

RK-DAWIYA-KON-DIBLOMASIYA-JINE-AZAD ‫(38994434)‬ ‫‬Piştî ku rewşa rêxistinî ya Dîplomasiya Jina Azad a Rojava hat nîqaşkirin, kongre bi gelek biryaran bi dawî bû.

Rêgezên dê Dîplomasiya Jina Azad xebatên xwe li ser bide meşandin, ev in:

*Azadiya Ocalan û belavkirina felsefeya wî li hemû deverên cîhanê, erka bingehîn a Dîplomasiya Jinê ye.

*Dîplomasiya Jina Azad di neteweya demokratîk de, amûra belavkirina aştiyê di navbera civakan de û têkîliyên di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê ye.

*divê Dîplomasiya Jina Azad bi berpirsyarî xebatên xwe bide meşandin da şerê li herêmê were rawestandin, civakeke demokratîk were avakirin û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de hebe.

*Divê Dîplomasiya Jina Azad girîngiyê bide yekîtiya niştîmanî ya di navbera herçar parçeyên Kurdistanê de, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî jî di asta yekem de erka jinê ye. Divê jinên Kurd yekîtiya xwe ava bikin, da Kongreya Neteweyî ya Jinê were lidarxistin.

*Dîplomasiya Jina Azad pirsgirêkan çareser dike, aştiyê belav dike û beşdarî xebatên siyasî û girtina biryaran dibe, her wiha bi hemû jinên Sûriyê re dikeve nava têkîliyan da mafên wê di destûra Sûriyê de hebe.

*Divê li gorî mafên jinê yên îlana Bikîn 1995, hevpeymana El-Sîdaw û prensîbên NY, xebat bêne meşandin.

*Têkîliyên xurt bi hemû tevger û kesayetên jin ên Rojhilata Navîn re bêne danîn.

*Divê hevpeymanên stratejîk bi tevgerên famînîzim, ekolojîk  û yên çep yên cîhanê re bêne lidarxistin, da Konfederaliyeke civakî ya Demokratîk were avakirin.

*Divê hemû girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê û Sûriyê de, serbest werin berdan.

*Divê jin pêşengiya Federaliyê bike

*Divê Endamên jin beşdarî xebatên nivîsandina destûr nû ya Sûriyê bibin.

*Divê jinê têkoşîna xwe li dijî terora çeteyên DAIŞ′ê, xurt bike.

*Divê jinên Sûriyê xwe birêxistin bikin  û parastina xwe bikin.

*Divê civînên çandî yên jinan bêne lidarxistin.

Kongre bi dirûşmeyên ″Jin, jiyan, azadî″ û ″Bijî serok Apo″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA