Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekemîn mîhrecana çandî li Helebê tê lidarxistin

Dîmen

HELEB – Şeva derbasbûyî navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Helebê yekemîn mîhrecana filklora gelêrî di bin dirûşmeya “ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiyê” lidar xist.

Hola mîhrecana ku dê du rojan dewam bike, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-ÇAND, al û sembolên Rojava û Bakûrê Sûriyê hatibû xemlandin. 20 komên folklorê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komên Ciwanên taxên rojhilatê bajêr beşdar dibin.

Di çalakiyên mîhrecana de, alavên kevin û tiştên ku bi destan hatine çêkirin wek cêrax, alavên hêrandinê, alavên malê ku berê dihatin bikar anîn, xwarinên gelêrî ku li herêma Efrînê belave wek şîş berek, mehrûsê, çêqê goşt, kotilk, nanê sêlê û cureyên şîraniyê hatin pêşandan, herwiha jinan nanê tenûrê li ser agirê êzingan çêkirin, komên ku beşdar bûn govendên xwe pêşkêş kirin û aliyekî taybet di mehrîcanê de jî têde pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû pêşdandan.

Roja yekê ya mehrîcanê ku gelek şervanên YPG`ê û YPJ`ê, Hêzên Asayîşê, HPC`ê û bi dehan welatiyên taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilat ên bajarê Helebê amade bûn. Mîhrecan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir.

Paşê gelek axeftin bi navê Çand û Hûnerê ji aliyê endamê rêveberiya Tevgerê Idrîs Dilşêr, bi navê saziyên Malbatên Şehîdan Aytan Elî, bi navê TEV-DEM`ê Sûad Hesen axaftin htin kirin.

Axeftinan vekirina mehrîcanê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, welatiyên herêmê pîroz kirin û dane zanîn ku ev mehrîcan bi saya şehîdan û berxwedana  YPG`ê û YPJ`ê pêk hat, ku lehengiyeke mezin di rizgarkirina taxan ji çeteyan pêk anîn û gotin ku hemû serkeftin û destkeftî bi saya fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatin.

Di axaftinan de hate gotin ku mîhrecan ji bo danasîna filklora gelên ku li ser axê jiyan kirin û jiyan dikin, ku çiqas bi çanda xwe ve girêdayîne, pêk hatiye.

Paşê komên ku beşdarî mehrîcanê bibûn, stran û govendên filklorî pêşkêş kirin, herwiha gelek helbest li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gelê نurd û ciwanan hatin pêşandan.

Paşê beşdaran xelekên govendê gerandin.

(jo)

ANHA