Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekemîn salona werzîşê ya jinên ciwan hat vekirin

EFRÎN – Yekîtiya Werzîşê ya Kantona Efrînê yekemîn salona werzîşê ya(Aerobik) a jinên ciwan vekir.EFRIN-AVAKIRINA-SALA-AYRBOK3

Di şahiya vekirina salona werzîşê de endamên Desteya Ciwan û Werzîşê, endamên peymangeha werzîşê û bi dehan ji şêniyan amade bûn. Di salonê de alavên sporê yên leyaqa can hene.

Berpirsyara perwerdê Nîvîn Hisên axivî û bi xêrhatin beşdaran kir. Nîvîn vekirina salona werzîşê li hemû beşdaran û taybet li jinên ciwan pîroz kir. Nîvîn Hisên diyar kir ku li Kantona Efrînê cara yekemîn e ku saloneke werzîşê ya jinên  ciwan tê vekirin.

Nîvîn îşaret bi armanca vekirina salonê kir û got:”Armanca me ji vekirina vê salonê ew ku jinên ciwan li ser werzîşê werin teşwîqkirin”.

Di dawiya şahiyê de govend hate gerandin.

(kc)

ANHA