Têkilî | Derheqê me de
ANHA

 Yekemîn Saziya Gaziyan li Efrînê hat vekirin

EFRÎN- Komîteya Gaziyan a Kantona Efrînê bi merasîmekê yekemîn saziya gaziyan vekir, her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan bi boneya 15`ê tebaxê şahiyek ji birîndaran re çêkir.DIL SOZ TIREJ

Komîteya Gaziyan a Kantona Efrînê yekemîn saziya gaziyan li Kantonê, bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de bi dehan gazî, şervanên YPG û YPJ`ê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM`ê, Çand û Hunerê û Yekîtiya Êzîdiyan amade bûn.

Di vekirinê de, Endama Saziya Gaziyan Dilsoz Tîrêj axivî û vekirina vê saziyê li birîndaran pîroz kir û bal kişand ser rola birîdanan di şer de ku bi îradeyekê xurt liberxwe dan û kanton ji êrîşan parastin.

Her wiha da zanîn ku armanca vê saziyê rêxistinkirina gaziyan di bin banekî de û  pêşkeşkirina desteka aborî û meinewî.EFRIN-AVAKIRINA-SAZIYA-GAZIYA-ROJAVA-U-SAHI-JI-BO-15-TEBAXE ‫(180814340)‬ ‫‬

Di heman çarçoveyê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, bi boneya pêngava 15`ê tebaxê de, li salona Şingil şahiyek ji gaziyan re lidar xist.

Şahiyê bi deqeyek rêzigirtinê destpê kir, paşê Rêveberê di Saziya Gaziyan de Goran Dêrsim destnîşan kir ku roja 15`ê tebaxê ji bo wan girînge û ew ê şopa şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bişopînin.

Pişt re koma Şehîd Engîzek hin stranên şoreşgerî û floklorî pêşkeş kirin, her wiha koma şehîd Welat jî govendên gelêrî gerandin.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(nse)

ANHA