Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Ciwanan û Yekîtiya Werzîşê li hevdû kombûn

MINBIC- Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk û Yekîtiya Werzîşê li hevdû civiyan û pîlansaziyên xwe nîqaş kirin.
Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk û Yekîtiya Werzîşê ya li hevdû civiyan. Civîn li hola Meclîsa Sivîl a Mibicê hat lidar xistin. Bi dehan ciwanên Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk tevlî civînê bûn. Her wiha Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûk El-Maşî jî amade bû.
Berî ku Rêveberiyê Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk Adil Elî destbi axavtina xwe bike deqeyekê rêz hat girtin. Piştî wê Adil Elî destbi axavtina xwe kir û wiha got:ʺ divê ciwan xwe di hemû aliyan de birêxistin bikin. Li bajar û gundewarên wê gurûpên werzîşê ava bikinʺ.
Elî derbare projeyên Tevgera wan de wiha agahî dan:ʺ em niha amadekariya vekirina salona futbol ji bo ciwanan dikin. Her wiha em ê du tîmên futbol ava bikin, yek bi navê Şehîdên Minbicê yak bi navê Şehîd Enwer El-Seîdîʺ.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî di heman mijarê de nêrînên xwe parve kirin û wiha got:ʺdi avakirina civakan de rolê ciwanan girînge. Ciwan ji bo parastina xakê li aniya ne, bajaran birêxistin dikin û niha jî gurûpên werzîşê birêxistin dikinʺ.
El-Maşî got ku çeteyên DAIŞ`ê destûr nedidan ku ciwan bi werzîşê re mijûlbibin û piştî herêma Minbic rizgar bû êdî ciwan aza û bi werzîşê re mijûl dibin.
Li bajarê Minbicê 10 gurûpên werzîşê hene. Piştî ku bajarê Minbicê rizgar bû, ciwan niha wan her 10 gurûpên werzîşê perwerde dikin.
Di berdewamiya civînê de ciwan, lîstokvanên futbol û endamên Yekîtiya Werzîşê nîqaş kirin. Yek ji mamosteyê tîmên futbol Ismaîl El-Şerîf got ku tîmên wan ên futbolê çûne Kobanê û Girê Spî. Bi tîmên wan ên werzîşê re rûniştine û nîqaş kirine. El-Şerîf got ku ew xwe amade dikin biçin bajarê Serêkaniyê û bi tîma wan a futbol re bileyîzin.
Di nîqaşê de ciwanên jin ên Tevgera Ciwanên Ereb pêşniyar kirin ku ji bo jinê navendeke taybet a footballê were vekirin.
Elî agahî da ew ê komeleyên Futbol, basketbol, voleybol û tenis vekin û gurûpên taybet ên lîstokên hêzê vekin.
(np)
ANHA