Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Ereban li dijî biryara Trump şandeyeke ava kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ereban li dijî biryara Serokê Amerîkayê Turmp ku Qudis wekî peytexa Israîlê pênase dike, şandeyeke ava kirin.

Li Filistînê li dijî biryara Turmp a ku Qudis wekî paytexta Israîlê qebûl dike hewestên nerazîbûnê û pevçûnên bi hêzên Israîlê pêşketiye.

Li hember vê biryarê, Yekîtiya Ereban îro Yekşemê/ Kantûn şandeyeke biçûk ji wezîra ereban ava kir.

Li gorî nûçeya Sputink, şandeya wezîran j wezîrên welatên” Urdun, Filistîn, Misir, Erebistana Siûdî, Mexrib, Îramart û Nûnerê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt” pêk tê.

Yekîtiya Ereban bi daxuyaniyê fermî ragihand ku şande dê li dijî biryarê, li ser asta doplomasî û ragihandin tevbigere.

Li gorî daxuyaniyê; tê payîn ku di civîna yekemîn ya şandeyê hefteyê li pêş li paytexta Urdun Emanê were lidarxistin.

(bb)

ANHA