Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Jinên Ciwan derbarê hemleya ʹBiparêzeʹ daxuyanî da

EFRÎN – Yekîtiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku pêkanîna ramana Ocalan û parastina welat erkê her jineke ciwan û banga tevlîbûna hemleya “Biparêze” kir.

Bi dehan ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Navçeya Cindêrisê li pêş avahiya Yekîtiyê civiyan û derbarê hemleya “Biparêze” daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan  Denîz Ibrahîm ve hat xwendin.

Denîz da zanîn ku bi armanca pêkanîna ramana Ocalan û parastina welat û çandê wan dest bi vê hemlê kir û wiha pê de çû: “Heta misogerkirina azadiya Ocalan emê hemlê dewam bikin, em ji hemû dewletan re diyar dikin ku em ê welatê xwe biparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Denîz bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî hemleyê bibin, ji ber rizgarkirina jinê bi rizgarkirina Ocalan ve girêdayî ye.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê di 28`ê mehê de rêzeçalakiyên hemleya “Biparêze” li Efrînê eşkere kirin.

(nse)

ANHA