Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Jinên Ciwan hemleya Biparêze destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwanê bi diruşmeya “Bıparêze” dest bi hemleyekê dike û bang li hemû jinên ciwan dikin ku destek û piştevaniya wan bikin.

Bi diruşmeya “Biparzêze” û bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê nivîskî eşker kir ku ew dest bi hemleyekê dike.   Di hemleyê de dê her cure çalakiyên civakî bêne lidarxistin.

Ferehiya Daxuyaniya îlankirina hemleyê wiha ye:

“Tecrîda girankirî ku li ser Rêber APO ev zêdeyî 2 salnadewamdike, Ji 5ʹê  nîsana 2015ʹan û vir ve bi tu rengî agahiyek ji serokatî nehatiye girtin. Rêber APO bi berxwedan û felsefeya xwe nasnameya gelên bindest û azadixwaz e. Rêber APO di tekosîna xwe ya 40 salan de herî zede ji bo azadiya jin ked daye. Jinê hertim xistiye navenda tekoşîna azadiyê. Di vê tekosinê de ji rihekî ciwan destpêkiriye û niha ji di ve serê de ya ku heri zede jê bawer dike rihe ciwantî ye. Bi hêz û baweriya ku serokatî daye me em ji wek yekitiya jinên ciwan cihê xwe di ve tekosîne de wekî pêşeng diyar dikin. Li gor  rol û mîsyona vê pêsengtiyê ve emê keda serokatî biparezin. Ev bersiva me ya herî xort ya ji bo berxwedana Rêber APO wê bibe.

Bi salane jinên ciwan bi qehremanî û fedayî di vê soresê de cihe xwe digre. Li hemberê çeteya herî hov ya Daisê berxwedana heri mezin sekna S.Arîn Mîrkan nîsan da. Taybetî jî şoreşa Rojava ya ku serokati bingeha wî bi destê xwe honand di nav de pêsengtîkirin de pewistî heye ku ji vir sunda bi iddiayek bilind bi riheke hemlewari were tevgerandin.Em jî wekî jinên ciwan hamleyeke ku di navenda wê de parastina keda serokati u careserkirina pirsgireka gel heye didin destpêkirin. Ji vir sunda bi vê hamlê emê hemû calakiyên xwe ji bo serokati pesbixin u li gel vê jî nasnameya jinên ciwan bi calakiyên afriner di vê soresê de ava bikin. Û bang dikin  hemu jinên ciwan yên Rojava bi rihê hemleya cenga mezin li her derê asta herî jor de xwe rexistin bikin, tola S.Sozda û hemû sehîdan bigrin û  NASNAMEYA JINÊN CIWAN BIPARÊZIN.

Di  wê cercoveyê de em hamleya YJC ya “BIPARÊZE” raya gistî re ilan dikin. Em dizanin ku di vê hemle de hemû gelên Bakurê Suriyeyê wê piştgiriya  jinên ciwan bike. Hemû calakiyên ku di vê derbarê de pêşbikeve, xebatên zanistî ya civak, ciwan û jinan de hişmendiyek ava bike we di carcoveya hemle de werin pêsxistin. Ji bo her cure calakiyên ku  bipeşengtiya jinên ciwan wê pêsbikeve  em bangawaziya tevlibuna hemu gele xwe dikin.

Li hember dagirkeriyê keda Serokatî BIPARÊZE!

Li hember her cure erisên li ser jinê nasnameya jinên ciwan BIPAREZE!

Li hember dagirkeriya dewleta Tirk Efrine BIPAREZE!

Axa xwe, canda xwe, zimanê xwe, welatê xwe BIPAREZE!ʺ