Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Jinên Ciwan her sê têkoşerên pêşeng bi bîr anîn

KOBANÊ – Jinên ciwan ên kantona Kobanê  her sê jinên şoreşger bi bîr anîn û komkujiya Parîsê şermezar kirin.KOB- JINEN- CIWAN- SE - HEVAL- BIRANIN (1)

Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê ya Herêma Firatê têkildarî salvegera 5‘an a qetilkirina her sê jinên pêşeng (Sakîna Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan) civîneke li dar xist, piştre daketin qadan û komkujî şermezar kir.

Civîn beşdarbûna bi de dehan ciwanan li hola civînan a navenda çand û hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin û bi rêzgirtin dest pê kir. Endama Desteya Rêveber a TEV-Dem‘ê Hebûn Kobanê hersê jinên têkoşere bi bîr anî û got ” Her sê têkoşer bûne sembolên nasnameya jina azad û bingeha têkoşînê.”

Hebûn bang li jinan kir ku xeta her sê têkoşeran bişopînin.

Di civînê de senevîzyoneke derbarê têkoşîna her sê jinên pêşeng hate pêşkêşkirin.

Piştî civîn bi dawî bû, ciwanan meşeke ji ber navenda Baqî Xido ber bi qada Jina Azad lidarxistin. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran, alên ciwanan û TEV-DEM‘ê hatin hildan. Ciwanan bi yek dengî dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyê beriz dikirin.

(hş)

ANHA