Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Yekîtiya Kedkaran a Efrînê xabata xwe ya salane nirxand

Dîmen

EFRÎN – Yekîtiya Kedkaran a kantona Efrînê civîna xwe ya salane li dar xist û xebatên sala derbasyî nirxand û ji bo demên pêş pîlansazî danî.EFRIN-YEKITIYA-KEDKDARAN-CIVINA-XWE-LIDARXISTIN (1)

Bi dirûşmeya ” Ber bi civakeke demokratîk û ekolojîkî ve ” Yekîtiya Kedkaran a kantona Efrînê, ji bo nirxandina xebatên sala derbasbûyî civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de endamên Komîteya Komîna Endizyaran û Komîna Kedkaran amade bûm.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê  Serhat Efrînî axivî û  rewş herêmê nirxand û destnîşan kir ku hewildanên dewleta Tikr ên dagirkrina Efrînê xewn in û wê pêk neyîn. Serhed Efrînî tekez kir ku projeya Federaliya Demokratîk  wê bi ser bikev, ji ber ku tekane riya çareserkirina aloziyê ye û rê li ber destwerdanên dewletên derve digire.

Pitî axaftina Hevserokê TEV-DEM‘ê rapora xebatê yekîtiyê yê sala derbasbûyî ji aliyê Hevserokê  Komîteya Karkeran Orya Hiso ve hate xwendin.

Li gorî raporê hin ji xebatên ku hatine kirin;  derbarê xebitandina zarokan serjimariyeke hate amadekirin, du dewreyên perwerde yên endizyariyê hatin vekirin.

Girêdayî nirxandina rewşa rêxistinî ya yekîtiya hate gotin ku tevî astengiyan jî rewşa baş derbas bû.

Di dawiya civînê de ji bo ku şaştiyên ku sala derbasbûyî dûbare nebin, beşdaran girîngiya koordînekirina kar di navbera komîteyan de destnîşan kirin û daxwaza nasnameyeke tenduristiyê ji bo kedkaran kirin.

(hş)

ANHA