Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Yekîtiya kurdan riya çareserkirina hemû pirsgirêkan e’

HAT NÛKIRIN

RÊNAS REMO – EHMED SEMÎR

QAMIŞLO – Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç derbarê hevdîtinên wan ên şêwirî ku li Rojava têne lidarxistin got ku armanca wan ew e ku nêrîneke yekbûyî li Rojava der bixin û pirsgirêkên hundirîn nîqaş bikin û çareseriyekê ji wan re bibînin. Nîlûfer Koç her wiha da zanîn ku tekane riya xilasbûna ji hemû kêşeyan yekîtiye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi hemû hêza xwe tekoşînê dike ku zemîna pêkanîna civînên şêwirî ya li Rojava di navbera hêzên kurdî de lidar bixîne. Xebatên vê yekê piştî civîna şêwirî ku di 15’ê tîrmehê de hate lidarxistin destpê kir. Di civînê de biryarên herî girîng ew bû ku li civînên şêwirî li ser asta her parçeyekî Kurdistanê were lidarxistin, her parçeyek ji bi nerîneke hevbeş û yekbûyî derkeve, ji wir jî nûnerên hemû beşan berê xwe bidin kongreya giştî ku dê li Silêmaniyê were lidarxistin.

Tê payîn ku civîna şêwirî ya Rojava di 1’ê cotmehê de were lidarxistin û hemû hêz, rêxistin û kesayetên kurdî ji civînê re werin vexwendin.

Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç têkildarî mijarê agahî dan û xebatên şêwirî ku li Rojava têne lidarxistin şîrove kir.

Kurd dikarin hebûna xwe isbat bikin

Nîlûfer Koç di axaftina xwe de got ku gelê kurd bûye hêzek û piştî sed salî ku ji aliyê hêzên navdewletî ve hatibûn paşguhkirin, îro di hemû aliyan de hebûna xwe isbat kirine û wiha dom kir: “Tevî nerînên cûda di aliyê bîrdozî û fikrî ya di nav partiyên siyasî de lê aramnca hemû partiyan û gelê kurd yek e. Tu alî li ser vê armancê jî ne bi nakoke.”

Nîlûfer Koç her wiha da znaîn ku KNK’ê hewl dide ku hemû hêzên siyasî li ser yek maseyê bîne gel hev da ku nerîneke yekbûyî ya gelê kurd were avakirin û hemû nakokî bi dawî bibin û got:”Di civîna şêwirî ku li bajarê Silamaniyê yê Başûrê Kurdistanê de hate lidarxistin de me dît ku gelê kurd li her çar parçeyan û derve jî nakokiyên navxweyî jiyan dikin. Wekî nimûne kurdên Rojava gelek destkeftî bidestxistine, lê hîn jî nakokiyên wan bi rêjîmê re hene, îro behsa çaresrekirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane heye. Ji ber vê yekê pêwîstiya gelê kurd bi hevdîtinên şêwirî heye da ku bi nerîneke yekbûyî li Rojava derkevin.”

Nîlûfer Koç her wiha bahsa Rojhilatê Kurdistnaê jî kir û ev tişt anî ziman: “Li Rojhilat jî em dinerin ku di navbera gelê kurd û rêjîma Îranê de pirsgirêk heye. Civîna şêwirî ku kurdên Rojhilat lidarxistin gelekî baş bû. Nûnerên hemû partiyan hazir bûn. 200 siyasetmedar beşdar bûn, hevdîtinên şêwirî bi biryarên gelekî baş bi encam bûn. Civîna şêwirî ya Rojhilat li Paytexta Siwêdê Stokholim di rojên 16/17’ê ilonê de hate lidarxistin. 200 nûnerên 16 partî û rêxistinên siyasî û kesayetên welatparêz beşdar bûn.”

Nîlûfer Koç di berdewama axaftina xwe de behsa rewşa gelê kurd kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Bakur aloziya bi hikûmeta AKP’ê ku li çar parçeyan şerê gelê kurd dike heye. Li Başûr jî gelek kêşeyên navxweyî û yên bi derve re jî hene. Bi taybet piştî raghîhandina Referanduma pêk hat, piştî  ku gelê me nerîna xwe ya azad da. Me dît çawa ku hêzên herêmî şerê îradeya gelê me dikin. Ji ber vê yekê lidarxstina Kongreya Netewî ya Kurdistanê îro ji her demê zêdetir girîng e. Ez hêvî dikim ku civîna şêwirî ya Başûr di zûtirîn dem de were lidarxistin.”

Nîlûfer Koç bal kişand ser girîngiya hevdîtinên şêwirî ku li Rojava werê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me hemû partî bê cûdahî vexwendin. Her wiha saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe jî hatin vexwendin ku beşdaîr hevdîtina şêwirî ku tê payîn di 1’ê mijdarê de were lidarxistin bibin. Armanc ji vê hevdîtinê ew e ku hemû pirsgirêkên navxweyî li ser maseyê rû bi rû werin çareserkirin û siyaseteke yekbûyî derbikeve. Lidarxistin hevdîtinên şêwirî di vê dema ku gelê Rojava di hewayek demokrasî de jiyan dike gelekî  girîng e. Serkeftina hilbijartinên hevserokên komînan jî isbata herî ber bi çave ku gelê Rojava dikare çarenûsa xwe diyar bike.”

Nîlûfer Koç her wiha bal kişand ser hewldanên dewletên herêmî ku di nava hewldanan de ne ku yekîtiya gelê kurd a di bin sîwanekê de asteng bikin û wiha pê de çû: “Ev dewletên herêmî ji parçebûna kurdan sûd werdigrin û wan wekî amûrekî di destê xwe de bikar tînin. Di sala 2013’an de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kir û Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ev bang silav kir,lê hêzên herêmî û navdewletî destwerdan kir û zext li Barzanî kirin ku gavan paş de bavêje.”

Nîlûfer Koç da zanîn ku gelek dewlet ji parçebûna kurdan sûd werdigirin û îro jî dixwaizn ku peyamanên Saykis Biko, Lozan û Cezair li dijî gelê kurd pêk bînin û got: “Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi yekîtiya ji her demê zêdetir heye.”

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di dawiya axaftina xwe de jî got ku hin dewlet parçeyekî Kurdistanê ji bo zexta li ser parçeyên din bikar tînin û wiha dom kir: “Em ê wekî nimûne îro li Başûr ket xefka siyasetên dewletan û zextê li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Em di KNK’ê de jî bi îradeya gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê û parçeyên din re jî. Tekane riya xilasbûna ji hemû kêşeyan yekîtiya gelê kurd e.”

(dc)

ANHA