Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YJC`ê ji bo danasîna hemleya’Biparêze’li Şehbayê ye

ŞEHBA – Di çarçoveya danasîna hemleya’Biparêze’, Yekîtiya Jinên Ciwan a serdana saziyên sivîl û Eniya Jinên Parastina Şehbayê, kir.SEHBA-DANASINA-HEMILEYA-BIPAREZE1 ‫(1)‬ ‫‬

Bi armanca daxwaza azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî, Rêxistina Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Herêma Efrînê, hemleya’Biparêze’di 16`ê Tebaxê de, dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de, endamên YJC`ê belavok derbarê danasîna hemleyê li Kantona Şehbayê, belav kirin. Her wiha di serdanên saziyên sivîl, leşkerî û jinan de, wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî diyarî hatin dayîn.

YJC`ê serdana Eniya Parastina Jinên Şehba, Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba, Yekîtiya Jinên Azad û Navenda Jinê ya Perwerdeyê, kir.SEHBA-DANASINA-HEMILEYA-BIPAREZE1 ‫(100860418)‬ ‫‬

Di serdanan de, endamên YJC`ê ji aliyê fermandar û şervanên Eniya Jinên Parastina Şehba, Hevseroka Meclîsa Herêmên Şehbayê Cîhan Xidro, Endama Desteya Hundirîn Xedîce Şiblî û rêveber û endamên Yekîtiya Jinên Azad û Navenda Perwerdeyê ve, hatin pêşwazkirin.

Ji Rêveberên YJC`ê Roken Çiya û Endama yekîtiyê Meha Şêx eger û armancê hemleyê û taybet li Kantona Şehbayê, vegotin.SEHBA-DANASINA-HEMILEYA-BIPAREZE1 ‫(1)‬

Roken Çiya destnîşan kir ku wê hemleya’Biparêze’di 13`yê Îlonê de li Kantona Şehbayê dest pê bikin û navendeke YJC`ê li Şehbayê  vebikin.

Saziyên ku YJC`ê serdana wan kirine, piştgirya xwe ji bo hemleyê anîn ziman û gotin ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo jina Kurd bû, berovajî wê ji bo hemû jinên cîhanê bû.

Serdana endamên YJC`ê wê du rojan li Şehbayê dewam bike û di vê çarçoveyê de  wê 75 belavok werin belavkirin.

Bi destpêkirina hemleya’Biparêze’li Kantona Şehbayê, wê civîn, semîner, kurte jiyana Ocalan, pewerdeyên  leşkerî, meş û çalakiyên din, werin lidarxistin.

(kc)

ANHA