Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YJŞ′ê li Reqayê zarokekî Êzidî rizgar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) zarokekî Êzidî ku beriya 3 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatine revandin, rizgar kirin.YJS-ZAROKEKI-EZIDE-JI-REQA-RIZGARKIRIN1 (1)

Bi rêveçûna hemleya rizgarkirina Reqayê de, YJŞ′ê di 3′yê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke fermî tevlîbûna hemleyê ragihand.  YJŞ′ê da zanîn ku hedefa wê rizgarkirina Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞ′ê dîl hatine girtin. Li ser vî bingehî jî îro yekîneyên YJŞ′ê zarokekî Êzidî ku 3 salin di destê DAIŞ′ê de maye, xelas kir.

Çeteyên DAIŞ′ê di 3′yê Tebaxa sala 2014′an de êrîşî Şengalê kirin, komkujî pêk anîn û bi hezaran jin û zarok jî revandin.

Li gorî ajansa Rojnewsê, şervanên jin ên Êzîdî di dema dawî de zarokî Êzidî yê bi navê Salih Hesen (13) ji nava pençên çeteyan xelas kirin. Salih beriya 3 salan ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Zarokê biçûk Salih da zanîn ku çeteyan ew bi darê zorê tevlî dewreyên pewerdeyê kirin û got ku dema wî şervanên jin ên Êzidî dîtin, gelek kêfxweş bû, ji ber ku azadiya xwe careke din bidest xist.

(nse/mm)

ANHA