Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YJŞ: Bi soza tolhildana jinên Êzidî me artêşa xwe ya YJŞ’ê ava kir

NAVENAD NÛÇEYAN – Fermandariya  Giştî ya YJŞ`ê got:” Bi fikr û ramanên Rêber APO ya ku azadiya jinê bingeh digre, wek jinên Êzidî me xwe birêxistin kir û bi soza tolhildana jinên Êzidî me artêşa xwe ya YJŞ’ê ava kir”.

Bi boneya salvegera sêyemîn  a fermana 73`an, Fermandariya Giştî ya  YJŞ`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya  ku li ser malpera fermî ya YJŞ`ê hatiye weşandin  wiha ye:

“Destpêkê em di salvegera sêyemîn ya fermana 73’emîn de hemû şehîdên fermanê, jinên ku di vê fermanê de hatin qetilkirin û di şexsê Bêrîvanan, Nujiyanan, Vînaran û Zîlanan de hemû şehîdên berxwedaniya axa pîroz a Şengalê carekê din bi rêz bi bîr tînin.

3’ê Tebaxa 2014’an bi fermana ku li Şengalê hat jiyîn, di sedsala 21. de li ber çavên cihanê, di şexsê jin û zarokên welatê me de jenosîdek mezin dan jiyankirin. Ji ber ku Êzidxana pîroz, di dîroka xwe ya kevnar de wek dergûşa mirovahiyê cihe xwe girt û li hemberî 73 fermana hebûna xwe parast, bi fermaneke nû xwestin ew hebûn û çandê di şexsê jin û zarokan de tûne bikin û ji nav pelên dîrokê de derxînin. Beriya vê fermanê li Şengalê jin, bi ferasetên desthilatdariya zilam ji fermana 73’emîn re hatibû amadekirin. Jina ku ji hêza xwe ya cewherî dûr ketibû û bê parastin mabû di vê qirkirinê de neçar ma. Bi hezaran jin di vê fermanê de ji bo dîl nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê xwe ji zinaran de avetin, gelek ji wan dîsa ruxmê hemû zehmetî û bê derfetiyan ji bo carekê din li ser axa pîroz jiyanê bi afirîne dest ji welatê xwe bernedan û di konan de jiyana xwe berdewam kirin.

Dîsa bi armanca çanda Êzidxanê tûnekirinê, piranî ji wan jin, bi hezaran gel hat qetilkirin, jin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl hat girtin, wek cariye hat şixulandin û di bazarên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Di van êrişên qirkirinê de hêzên ku ji bo parastina gel û çiyayê Şengalê li vê derê xwe bi cih kiribû, di nav vê jenosîdê de pişta xwe dan gelê me yê Êzidî û reviyan. Yê ku di nav vê fermanê de xwe gihand hawara gel, dayîk û jinên ku hatin qetilkirin û dîlgirtin, şervanên Kurdistanê bû. Heman roja ku ferman li ser gelê me rabû, giştî cîhan çavên xwe ji vê qirkirinê re digirt û hinek jî di nav vê qiyametê de dest ji me berdan û reviyan. Lê piştî ku ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve korîdora mirovahiyê hat vekirin; şervanên Kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA-Star ji çiya xwe berdan deşta û ber bi hawara gelê me ve hatin.

Bi pêşengtiya wan hêza li Şengala me ya pîroz berxwedaniyekê bê hempa hat meşandin û gelek rêhevalên me yên qehreman gihîştin şehadetê. Dîsa bi pêşengtiya YJA-Star û YPJ’ê wek jinên Êzidî me çek girt û ew hêza li hemberî DAIŞ’ê şerkirinê me bi xwe de afirand. Bi fikr û ramanên Rêber APO ya ku azadiya jinê bingeh digre, wek jinên Êzidî me xwe birêxistin kir û bi soza tolhildana jinên Êzidî me artêşa xwe ya YJŞ’ê avakir. Bi avakirina YJŞ’ê li her qadê Şengalê wek jinên Êzidî me di nav her pêngavekî de cihê xwe girt û ji bo mîsogeriya azadiya jinên Êzidî di her qadê de me tekoşîna xwe berdewam kir. Tevlîbûna me ya Cenga Mezin a Reqayê jî bi heman armanca soza xwe ya tolrakirina jinên Êzidî pêkanîn û rizgarkirina jinên ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê dilgirtî ye.

Em wek YJŞ’ê êdî li Şengalê fermanê nîqaş nakin, berxwedanî û tekoşîna jinê ya ku bi saya kedên Rêber APO û şehîdên vê dozê pêşketiye nîqaş dikin. Li ser vê bingehê em ê tû car ji ferman û qirkirinên nû re rê nedin. Êdî em wek jinên Êzidî xwe digihînin nasname û îradeyekî azad. Ji bo rêxistinkirin, azadkirin û parastina jinên Şengalê, her gavekî dîrokî ya ku were avetin dibe pengavek li hember hêzên ku qirkirinê pêşdixînin. Li ser vê bingehê carekê din em hemû şehîdên fermana 73’emîn bi bîr tînin û dibejin ku heya mîsogeriya azadiya jinên Êzidî em ê di her qadê û bi her awayê ala tekoşînê ya ku me ji şehîdên xwe girtiye em ê hîn bilindtir bikin.”

(kc)