Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPGʹê nasnameya 3 şehîdên Reqqayê eşkere kir

NAVNEDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhandina YPGʹê nasnameya 2 şervanên YPGʹê û şervaneke YPJʹê yên di berxwedana rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragîhandina YPGʹê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên hemeleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPGʹê hate weşandin wihaye:

ʺJi bo dawîkirina çeteyên DAIŞ’ê li tevahî Rojava û Bakurê Suriyê ji aliyê Hêzên Suriya Demoqratîk QSD ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina YPJ di nav de cih digre Pêngava Rizgarkirina Reqqayê hatibû destpêkirin du hefteyên derbasbûyî de rojhilat û rojavayê Reqqayê de pêşketinên mezin hatine bidestxistin û derbên giran ji çeteyan hatiye xistin. Du hefteyên dawî de bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin, bi hezaran sivîl jî di bin dagirkeriya çeteyan de dîl hatine girtin. Şervanan ji bo rizgarkirina gel operasyonên xwe bênavber didomîne.

Du rojên dawî de taxên bajêr yên aliyê rojhilat û rojava de şerên dijwar hatibû jiyandin de 3 hevrêyên me bi lehengî şer kirine û gihiştine asta şehadetê. Ev sê hevrêyên me rizgarkirina taxa El Beyatra a rojavayê Reqqayê û rizgarkirina sivîlên taxê û pêşdeçûnên ku aliyê taxên rojhilat de çêbûne rolên girîng leyîstine.

Weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên me ku pêvajoyên dawî de şehîd ketine de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Serî da malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza rêya şehîdan de bimeşin careke din nû dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

EGD_LECAX_-_HISN_EBDULAH

Nasnav: Egîd Êlecax

Nav û Paşnav: Hisên Ebdulah

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Êlecax

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 18 Puşber 2017

====

HEBUN_QAMILO_-_RHAB_SELMO

Nasnav: Hebun Qamişlo

Nav û Paşnav: Rîhab Selmo

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Dehuwî

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 16 Puşber 2017

=====

XEBAT_DROK_-_BERZAN_YILMAZ

Nasnav: Xebat Dîrok

Nav û Paşnav: Berzan Yilmaz

Navê Dayikê: Esmer

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 18 Puşber 2017

(dc)