Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPGʹê nasnameya 4 şehîdên Xezeba Firatê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragîhandina YPGʹê nasenameya 4 şervanên YPGʹê yên di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan bi daaxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragîhandina YPGʹê ku li ser malpera fermî ya YPGʹê hatiye weşandin wihaye:

ʺDi berxwedaniyê yekineyên me de gelek çeleng û mêrxwas canê xwe xelatî şoreşa mirovahiyê dikin. Roj bi roj em di nav tekoşînekî bê hempa de hewl didin ku destkeftiyên gelê xwe û keda ku di vê oxirê de hatiye dayîn biparêzin. Tekoşîn, watedar kirina jiyanê ye. Hevalên me jî bi tekoşîn û berxwedanîya xwe ve wate û rûmeta jiyana azad û hevbeş zêde dikin.

Pêngava Xezeba Firatê bi awayêkî serkeftî didome. Şer û pevçûnen dijwar li ber deriyê Reqqayê diqewimin. Yekîneyên me jî bi ruhê ku tola şehîdan rakin berê xwe dane bajarê Reqqayê da ku gelên me û bi taybet gelê Reqqayê bi aramî jiyan bikin. Êrîşên hovane yên DAIŞ’ê roj bi roj ser gelên Bakurê Sûrî zêde dibin. Ji ber vî yekî jî em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza ku me dabû hemû pêkhateyên ku di Sûrî de jiyan dikin da ku em wan biparêzin em sozê xwe bi cih tînin.

Şehîdên me afirînerê jiyana azad in. Heval Zagros, dema enîyên pêş ya şer de parastina welat dikir maşineyek bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê xwe diteqine. Encama teqinê de Heval Zagros bi giranî birîndar dibe û bi ruxmê hemû hewldanan jî digihije şehadetê.

Her sê hevalên me yên ku bi qehremantî beşdarî nava pêngava Xezeba Firatê bûbûn di şerê ku di gûnde Miezle de derketî de gihiştin şehadetê.

Em jî wek YPG û YPJ sersaxî ji malbat, heval û hemû Kurdistaniyan re dixwazin û em soza şopandina rêya wan û pêkanîna xeyalên wan didin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Dilbirîn Hesekê

Nav û Paşnav: Dilbirîn Hesekê

Navê Rast: Alan Beşar

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Miezle 15 Nîsan 2017

=======

Serdem Hesekê

Nav û Paşnav: Serdem Hesekê

Navê Rast: Eyhem Hesen

Navê Dayikê: Hilya

Navê Bav: Fayiz

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Miezle 15 Nîsan 2017

========

Xemgîn Kobanê

Nav û Paşnav: Xemgîn Kobanê

Navê Rast: Mehmud Kare

Navê Dayikê: Xan

Navê Bav: Qasim

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Miezle 15 Nîsan 2017

=====

Zagros

Nav û Paşnav: Zagros

Navê Rast: Cemal Mihemed El-Sayir

Navê Dayikê: Zehla

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Mişêrfa 15 Nîsan 2017

(dc)