Têkilî | Derheqê me de

YPG′ê nasnameyên du cangoriyên hemleya Reqayê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG′ê nasnameyên du têkoşerên ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Navenda Ragihandina YPG′ê bi dauxyaniyekê nasnameyên du cangoriyan eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

″Hemelaya rizgarkirina Reqeyê bi hemû dijwariya berdewam dike. Di pêşengiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) de şervanên YPG/YPJ′ê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê tevahî derdora Reqqayê dorpêç kirine. Li hember pêşketinên şervanan, çeteyên DAIŞ’ê ji bo astengkirina pêşveçuyîna şervanan bi hemû rêbazan êrîşî noqteyên şervanan dike. Şervanên azadiyê tevî hemû êrîşên çeteyan pêşve diçin.

Di pêşveçûna şervanan û şikandina êrîşên çeteyan de, du şervanên me bi lehengî şer kirin û gihiştin asta şehadetê.

Em wek YPG/YPJ′ê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelên me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

AZAD

Nasnav: Azad

Nav û Paşnav: Ehmed El-Ebid

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mistefa

Cihê Ji Dayikbûnê: Humus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 7′ê Tirmeh 2017

KOBIR

Nasnav: Kobir

Nav û Paşnav: Amar Ebid El Hemîd

Navê Dayikê: Ferce

Navê Bav: Elawî

Cihê Ji Dayikbûnê: Ecaca

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa  / 13′ê Tirmeh 2017