Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPG: Hewildanên artêşa Tirk a dagirkirina Rojava careke din vala hate derxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê  ya YPG`ê, encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 7 rojên dawî  li ser Rojava, eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG`ê têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser7 rojên dawî yên li ser Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malper fermî ya YPG`ê hate weşandin ev date hatin parvekirin:Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker piştî hewildanên dagirkeriyê li Efrînê bê encam ma vê carê xwest xaka Kobanê dagir bike, lê bi bersiva hêzên me ve ev hewildanên artêşa Tirk jî vala hate derxistin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 04.08.2017`an saet di 10:30`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundên Başemrê, Bircikê Silêman û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa li eniya Girê Barîn çeteyan dema ku dixwestin çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de çete neçar man paş de birevin.

Her wiha di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundê Maranezê û Berada Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Ji aliyê dîtir ve balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser rojavayê Kobanê geriyan.

Di dîroka 05.08.2017`an saet di 09:00`an de tangekî artêşa Tirk ku li kêleka nexweşxaneya Ezazê gule davêtin hêzên me, ji aliyê hêzên me ve hedef hat girtin û hat lêdan. Di encam de tang hat îmhakirin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî bersivdayîna hêzên me saet di 11:00`an de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûs û çekên giran êrişî Maranezê, Beradê Malikiyê, Eleqînê û Eyn Deqnê kirin. Her wiha di heman rojê de li eniya Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê dema ku çeteyan dixwest çeperên nû çêbikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hêzên me bi çekên BKC bersiv dan çeteyan. Di encam de çete paş de reviyan. Dîsa çeteyan bi çekên doçka êrişî Girê Barîn kirin.

Li eniya navçeya Şera yê girêdayî Efrînê jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan êrişî Girê Qestelê, Baflonê, Vîla Qadî û Eleqînê kirin. Ji aliyê dîtir ve leşkerên Tirk bi çekên giran êrişî gundê Siftek yê girêdayî Kobanê kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv da êrişên leşkerên Tirkan.

Di dîroka 06.08.2017`an saet di navbera 00:00 û 04:00`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrişî gundên Malikiyê û Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî Belûniyê yên girêdayî Şera kirin. Her wiha leşkerên Tîrk û çeteyên wî bî obûs, guleyên tangê, çekên doçka û BKC êrîşî Eyn Deqnê, Belûniyê, Maranezê, Girê Qestelê, Girê Şehîd Şîlan û Girê Îska kirin. Ji alîyê dîtir ve li nêzî gundê Bobanê yê ku dikeve sînorê rojavayê Kobanê leşkerên Tirk sînor derbas kirin û ketin xaka Rojava. Di encam de hêzên me bi çend guleyan ew hişyar kirin û neçar man ku paş de vegerin. Dîsa leşkerên Tirk bi çekên navîn êrişî gundê Mizirdawît yê ku dikeve sînorê rojhilatê Kobanê kirin.

Di dîroka 07.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn kirin. Her wiha di heman rojê de çeteyên ku li nêzî pira Cerablûsê xwestin rê çêkin, ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û hat lêdan. Di encam de çete neçar man ku paş de vegerin.

Di dîroka 08.08.2017`an de leşkerên Tirk û çeteyên wî bi topên hawanê, obûs û guleyên tangê êrişî Belûniyê, Maranezê, Eleqîn, Baflonê û Beradê Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn kirin.

Di dîroka 09.08.2017`an de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Eleqînê û Baflonê geriyan. Di heman demê de çeteyan bi topên hawanê êrişî van herêman kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi obûsan êrişî Maranezê û Eyn Deqnê kirin.

Di dîroka 10.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin li eniya Girê Baz ê girêdayî Herêma Cindirêsê ya Efrîn êrişî hêzên me bikin. Êrişa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û şer derket. Di encam de çeteyek hat kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên doçka û BKC êrişî Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.”

(kc)